KON-MED’ê ji bo hilbijartina li NRW’ê bang kir

KON-MED’ê ji bo hilbijartina li eyaleta NRW’ê bang li Kurdistaniyan kir ku bila dengê xwe bide.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo hilbijartina li Vesfalyaya Rena Bakur (NRW) ya di 13’ê Îlonê de bang kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku NRW bi nifûsa xwe ya 19 milyonî yek ji eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye û got, “Bi hilbijartinên herêmî re wê hilbijartina Meclîsên Lihevkirinê jî pêk were. Namzetên Kurd ên di vê hilbijartinê de wê werin hilbijartin heke tevî Saziyên Civakî yên Sivîl û rêveberiyên bajaran wê ji bo çareserkirina kêşeyên civakî karibin tevkariyê bikin.

3 roj maye ji hilbijartinê re. Saziyên me yên Kurdistanî, divê tevlî kampanyayên hilbijartinê yên namzetên nêzî xwe bibin. Ji bo çareserkirina koçberên Kurd, dijberiya nijadperestiya zêde dibe bi awayekî çalak tevlî hilbijartinê bibin. Heke Kurdistanî çiqasî zêde tevlî hilbijartinê bibin wê di serdema pêş de, ew qasî cîddî werin stendin.

Li Elmanyayê li ser civakên polîtîk polîtîkayeke krîmînalazyonê heke. Ji bo têkoşîna li dijî vê polîtîkayê em piştgiriyê didin namzetên çepgir, sosyalîst, şoreşger û demokrat.

'EM DEMOKRAT LI HEV BICIVIN'

Her hilbijartin girîng e. Li dinyayê bi milyonan mirov hene ku ji vî mafî bêpar in. Fikrê me çi dibe bila bibe, ji bo paşeroja civaka me ya li vir, ji bo jiyaneke aştiyane û dostaniyê ya bi Elmanan û neteweyên din ên li vê derê, ji bo jiyaneke bi rûmet, em demokrat di hilbijartinê de bibin yek.

Xebatên hilbijartinê bişopînin, di hilbijartinên Meclîsên Xwecihî û Ahengiyê de yên 13'ê Îlonê dengê xwe bidin namzetên Kurdistanî yên ku hûn nêzî xwe dibînin.

Em bang dikin ku dengê xwe bidin namzetên şoreşger, sosyalîst, demokrat û dostên têkoşîna azadiyê ya Kurdan."

NAMZET

KON-MED'ê namzetên Kurdistanî yên tespît kirine, lîsteya wan eşkere kir:

"Aachen - Lîsteya Kurdischer Freundschaftskreis

Baran Yenen

Bulent Iscan

Beate Ergun

 

*Essen - ji lîsteya Die Linke:

Devran Dursun (Meclîsa Şaredarî û Biyaniyan)

Shwan Vasiri (Meclîsa Şaredarî û Biyaniyan)

Ciwan Akbulut (Meclîsa Biyaniyan)

 

*Bochum - IL BO:

Naci Koyluuşagi (Meclîsa Biyaniyan)

 

*Velbert - ji lîsteya SPD

Cuneyt Soyler (Meclîsa Biyaniyan)

 

*Lunen - Lîsteya Die Linke

Mustafa Kurt (Meclîsa Şaredariyê)

Nazli Tatli (Meclîsa Şaredariyê)

Hamit Tatli (Meclîsa Biyaniyan)

Sabri Kisrik (Meclîsa Biyaniyan)

Sahin Askin (Meclîsa Biyaniyan)

 

*Bonn

Hayam Karaja

Sureyya Alici

Sadek Moussa

Ferhad Hasso

Mohamed Suleyman

Moustafa Midani

Îmad Nassan

Jamal Mousa

Jihad Mahko

Fakhredin Mesto

Hemqadi Khalef

Ester Winkelmann

Gulê Hasso

Fadel Hasso."