KON-MED beşdarên meşa Berlînê silav kir

KON-MED’ê beşdarên meşa Berlînê silav kir û got, “Gelê Kurd û tevî dostên xwe careke din diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo a fizîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî wê bi biryar têbikoşin û berxwedana demokrasiyê bilid bikin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkîldarê meşa li Berlînê daxuyaniyek nivîskî weşand. KON-MED’ê di serî de hemû beşdarên meşê silav kir û ev tişt got: “Divê dewleta Elman demildest vê xeletiya xwe paşve vegerîne, guh bide daxwazên mafdar ên gelê Kurd, dest ji qedexeya li ser PKK’ê berde her wiha dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirinê berde. Bila baş bê zanîn ne dîrok ne gelê Kurd ne kesên demokrat û ne jî mirovahî vê bê dadiyê ji bîr nake.”

Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hate gotin: 

“PKK’ê di sala 1993’yan de ji ber hinceteke ku di çarçoveya komploya navneteweyî de hat meşandin û ti bingeheke wê ya hiqûqî nebû hat qedexekirin û bi vî awayî yekemîn gava fermî ya ku azadî, rêxistinî û civakbûyîna gelê Kurd asteng dike hate avêtin. Bi vê pêngava ku bi temamî siyasî ye û bê bingehe her wiha ku li Parzemîna Ewropayê herî zêde nifûsa Kurdan li Elmanyayê heye, bi vê qedexê pêvajoyeke derhiqûqî hate destpêkirin. 

Qedexaya 30 salan, tê wateya hevkariya dewleta Elman û dewleta Tirk. Ji ber vê sedemê mafê Gelê me yê Demokratîk, çalakî, rêxistinbûyîn û kombûnê bi şêwazekî fermî hate kriminalizekirin û bi dehan siyasetmedar hatin girtin û avêtin zindanan û ev yek hîn jî berdewame.Bi vê pêkanînê ku weke qedexeya PKK’ê hatiye fermîkirin, dewleta Elman bûye mekanîzmayeke ku daxwazên dewleta Tirk pêk tîne. Qedexeya PKK’ê ti bingeheke wê ya hiqûqî nîne. 

Dewleta Elman di bin navê qedexekirina PKK'ê re, li ser civaka Kurd zilmeke dermirovahî dide meşandin. Ji bilî bidestxistina mafên xwe yên demokratîk ti armanceke gelê Kurd nîne. Biryara qedexekirina PKK'ê ya ku 30 sal in li hemberî gelê Kurd weke coyekî gefê tê bikaranîn ev jî ji bo dadweriya Elmanyayê ye şermeke mezine. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li hemberî vê bê hiqûqîyê û vê neheqî yê ev qedexe red kir û mehkum kiriye. Lewma êdî ev qedexe ji bo gelê Kurd ti wateya xwe nemaye. Gelê Kurd vê biryarê nas nake û li hemberî vê neheqî û bêhiqûqiyê gav paşde navêje. 

Bi hezaran kes ji bo protestokirina vê biryara nehiqûqî ya di sala 1993’yan de ji aliyê dewleta Elman ve hatibû destpêkirin, di 18’ê Mijdarê de herikîn Berlînê û xwestin ku demildest ev xeletî were rawestandin. Lê belê bi hezaran polîsên Elman bi sibê re êrîşên gel kirin, polîsan hewl da ku gel bîne provokasyonan, lê belê ji ber bi rêxistinî û xwînsariya gel ev hewldana provokasyonê vala hate derxistin. 

Provokasyonên polîsên Elman ên di tevahiya çalakiyê de li dijî çalakgerên ku hate pêk anîn, negihiştin armanca xwe. Girseye gel ji qada Oranienplatzê destpê kir heta meydana Schloßplatz meşiyan. 

Ev hevkariya dewleta Elman bi rejîma şer a AKP-MHP’ê re hem li Rojhilata Navîn şer pêş dixe û hem jî li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne dîsa dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê bi rêxistin dike. Dewleta Elman bi qedexekirina PKK’ê xwestekên dewleta Tirk pêk tîne. Divê dewleta Elman demildest vê xeletiya xwe paşve vegerîne, guh bide daxwazên mafdar ên gelê Kurd, dest ji qedexeya li ser PKK’ê berde her wiha dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirinê berde. Bila baş bê zanîn ne dîrok ne gelê Kurd ne kesên demokrat û ne jî mirovahî vê bê dadîyê ji bîr nake. 

Weke gelê Kurd ku li Elmanyayê hejmara me digihê milyonek û nîvan, heta ku qedexe ranebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi hezaran Kurdistaniyên ku di 18’ê Mijdarê de herikîn Berlînê vîna xwe nîşandan û qedexe hem bê wate kirin û him jî şermezar kirin. 

Wek KON-MED, em hemû kesên ku tev li vê xebatê bûne û ked dane silav dikin. Em gelê xwe jî ji ber vê helwesta bi rûmet û bi îradeya dîrokî sekna li hemberî qedexeyê pîroz dikin. Gelê Kurd û tevî dostên xwe careke din di 18’ê Mijdarê de diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo a fizîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd a sîyasî pêk were wê bi biryar tê bikoşin û rêjaya berxwedana demokrasîyê bilid bikin.”