Komploya navneteweyî li Parîsê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê hatin şermezarkirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîlleneûve Saînt Georges, Kurdistaniyan li Parîsê komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û tecrîd şermezar kirin.

Bi vê armancê Kurdistanî li pêşiya avahiya Şaredariya Vîlleneûve Saînt Georgesê li hev kom bûn û flamayên ji wêneyên Ocalan hildan, dirûşma "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.

Ji hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê Mahmût Han li çalakiyê axivî û got, "15'ê Sibata 1999'an ji bo gelê Kurd rojeke reş e, heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin."

Di çalakiyê de ji bo meşa roja Şemiyê ya li Parîsê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî banga tevlîbûnê hate kirin.

Cihê ku meş wê jê dest pê bike: Gare de I'Est
Saet: 14:00