Komploya 9’ê Cotmehê li Stockholmê hate şermezarkirin

Di 23’emîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê Kurdistaniyên li Stockholma paytexta Swêdê, bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd pêk hat meşek girseyî lidarxistin. Meş bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Swêd (NCDK-S) û Meclîsa Jinên Amara hate lidarxistin.

Meş di saet 13’an ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Norra Bantorget dest pê kir, bi hildana alayên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa ku komplo şermezar dikirin rakirin û heya bi parka Normalmstorget a li navenda bajêr dewam kir. Piştî ku meşvan gihane qada mitîngê, hevserokê NCDK-Skandînavya Hemîd Bîten axivî.

Bîten got “Beriya her tiştî em wê roja reş şermezar û lanet dikin. Her wek tê zanîn dixwazin li Başûrê Kurdistanê bi destê hin aliyên Kurd komploya duyemîn li dijî gelê Kurd pêk bînin, li himber şervan û têkoşerên gelê Kurd şerekî pir qirêj tê kirin. Em wan hêzên ku li rex dewleta Tirk a dagirker û hov, şermezar dikin. Êdî her kes dizane kî dost e û kî neyarê gelê Kurd e. Em bang li tevayî cîhanê dikin, heya ku Rêber Apo azad nebe, heya ku gelê Kurd nebe xwedî statu, ev têkoşîn û ev berxwedan wê her berdewam bike. Heya ku yek şagird û tekoşerên Rêber Apo hebe, ev doz wê bidome. En careke dîtir ev roja reş şermezar û lanet dikin, ji paytexta Skandînavya heya bi Îmraliyê silavên xwe rêdikin û her wiha berxwedana gerîllayên me yên ku di çeperan de şerê hebûn û nemanê dikin silav dikin. “

Di mitîngê de parlementerê partiya çep Daniyel Riyazat jî axivî û wî jî salvegera komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêber Apo şermezar kir û daxwaza azadiya ji bo tevayî girtiyên siyasî kir. Her wiha piştgîriya xwe ya ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dubare kir.