QSD: Li Bendava Tişrîn û gundên Minbicê 37 çete hatin kutin

Navenda Ragihand û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di encama bersivdana êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Bendava Tişrîn û gundên Minbicê zêdetirî 37 çete hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên başûrê rojhilatê Minbicê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

"Hêzên me di tevahî eniyan de bersivên tund da êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di encama bersivdana êrîşan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û gelek wesayîtên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Saet 10:40 vê sibehê, çeteyên dewleta Tirk a dgairker bi piştevaniya balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk êrîşeke dijwar li dijî gundên Elûş û Til Erîş, her wiha Girê Siryatil ên li derdora Bendava Tişrînê yên li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê pêk anî. Di encamê de di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûnên dijwar rû da, bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha hat pişratkirin ku cenazeyên 37 çeteyan hatin dîtin, tankek û 4 wesayîtên veguhastina çeteyan hatin rûxandin û derbe li 2 wesayîtên bi tîpa BMB hat dayîn.

Di heman demê de hêzên me li derdora Girê Siryatil kemîn danî û gelek çete hatin kuştin û gelek jî revîn.

Saet di 13:30ˋan de komek ji 25 çeteyan êrîşî gundê Til El Zemalê kir, di encamê de pevçûnên dijwar rû dan. Bi wê re 3 çete hatin kuştin, wesayîta doçka li ser hate rûxandin û derbe li wesayîta BMB hat xistin. Dûre çete ji ber derbên giran ên hêzên me ji qada şer reviyan.

Hemwextî van êrîşan, êrîşên bi çekên giran li dijî herêmê nesekinin û balafirên bêmirov li herêmê digerîn û gelek cihên hêzên me bomebaran kirin.

Pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên me û çeteyan de ji saet 10ˋê sibehê heta 5 êvarê dewam kirin. Hîna cenazeyên çeteyan li nava eraziyan in û ji ber derbeyên hêzên me nikarin çeteyên xwe rakin.

Bi giştî bi dehan çete hatin kuştin, lê 37 cenazeyên çeteyan hatin belgekirin, 4 çete di şer de birîndar bûn, tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û derbe li 3 wesayîtên leşkerî yên BMB hatin xistin.

Di encama berxwedana hêzên me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 6 şervanên me şehîd bûn û 9 şervan jî birîndar bûn."