Komîteya Korsîka-Rojava hate avakirin

Li girava Korsîka ya bi ser Fransayê ve, bi mebesta piştevaniya li Rojava komîteyek hate avakirin.

Gelek organîzasyon hatin gel hev û ''Comîtatû Corsîca- Rojava'' damezirandin.

Endamên komîteyê Pêrşemê ji hêla Serokê Parlementoya Korsîkayê Jean-Guy Talamonî ve hatin qebûlkirin.

Komîte li gel çêkirina bihistyariyê ya li ser meseleya Kurd, armanc dike ku li ser têkoşîna Kurdan li medyayê jî bibe deng.

Sê daxwazên sereke yên komîteyê hene:

-Li herêma Rojava qedexe li firîna balafiran were danîn

-Aboriya Tirk were boykotkirin.

-NY dest li ser meseleyê deynê û hêzeke navbeynkar were bichikirin.

Komîte dibêje hedefa sereke ya rejîma Tirk ew e ku qada xweser a ku bi destê Kurdan hatiye avakirin, tine bike.

Organîzasyonên ku komîteyê pêk tînin: “Per a Pace, Corsica Palestîna, Core In Fronte, PCF, PS, JC, Inseme a Manca/ ensemble à Gauche, UD CGT Corse du Sud, Utopia, L'Acellu di Corsica, Federazione Anarchica, Assocîatîon des Travaîlleurs Tunîsîens de Corse, A Macna, Squadra Technîca 98 û kesên serbixwe.''