'Komên ser bi Tirkiyeyê ve divê bêne şopandin'

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke bal kişand ser mikujhatinên serçete Peker ên têkildarî Elmanyayê û ji hikumeta Merkel û yekîneyên ewlekariyê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

Ji serkêşên hêzê paramîlîter ên dewleta Tirk Sedat Peker di dîmenê xwe yê dawî de gotibû, "Komeleyên li Elmanyayê, hevalên baş in, ez ji wan hez dikim. Mînak, wan dixwest, ku pere ji wan re bişînim, min jî bi rengekî sergirtî pere ji wan re şand." Peker bi vê gotinê mikur hat ku pere ji rêxistiniya çete ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Elmanyayê re şand.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke, ku gelek caran fkarên MÎT'ê û saziyên weke 'destê dirêj' ê rejîma Erdogan ê li Elmanyayê tên pênasekirin, xiste rojeva Meclîsa Federal, xwest ku ev mijar bi berfirehî bê lêkolîn. Jelpke got, ji bilî Osmanen Germania ya ku sala 2018'an hate qedexekirin, dibe ku komên cuda jî hebin.

'KOMELEYÊN KU PEKER QALÊ KIR JI BO ELMANYAYÊ METIRSÎDAR E'

Jelpke li ser mikurhatinên Peker ji ANF'ê re axivî û got, "Saziyên li Elmanyayê, ku Peker wan weke komeleyên baş pênase dike, bi taybetî di dema hilbijartinê de ji bo dengan bi dest bixe, ji aliyê AKP'ê ve hem li Tirkiyeyê hem jî li Elmanyayê tê bikaranîn ku civakê bike dijberê hev."

Jelpke diyar kir, divê Elmanya gotinên serçete Peker cidî bibîne û wiha dewam kir, "Hêviya min ji hikumeta federal û yekîneyên ewlekariyê ew e ku piştî van agahiyên ji aliyê Peker ve têkildarî dewleta kûr a li Tirkiyeyê hate dayin, tavilê lêkolîn bê destpêkirin ku ji bilî Osmanen Germania (Osmaniyên Elmanyayî) ji komên cudatir piştgiriya fînansî hatiye dayin yan na."

'DIVÊ ELMANYA NE TENÊ LI DÎMENÊN PEKER TEMAŞE BIKE'

Jelpke anî ziman, ku komên cuda yên ser bi Tirkiyeyê ve, mîna ku di mikurhatinên Peker de hate ser ziman, dibe ku bi rêya mafyayê piştgirî wergirtibin, xwedî çek bin û xwest, ev kom bêne şopandin. Jelpke destnîşan kir, Elmanya divê ne tenê li dîmenên Peker temaşe bike û ragihand, ku têkbirina tevna sîxuriyê ya ji MÎT'ê re dixebite gelekî girîng e.

Berdevka Karên Navxweyî ya Partiya Çep Ulla Jelpke herî dawî ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel xwest ku komên faşîst-nijadperest ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û DÎTÎB'ê bes hembêz bike. Jelpke destnîşan kir ku komên navborî li dijî muxalîfên Tirkiyeyî, Kurdan û Elewiyan, li dijî her kesên ku dixwazin bi rengekî aram bijîn metirsîdar in.