Komeleyên Fransayê dest bi kampanyaya ‘Ji bo Kurdan ez dikarim çi bikim’ kirin

Komeleyên Dostaniya Kurd û Fransiyan name ji girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk re şandin û diyar kirin ku ew ê hevgirtinê xurttir bikin.

Komeleya Dostaniya Bi Kurdan a Bretogneyê, Komeleya Dostaniya Bi Kurdan Lyon Rhone-Alpes, Komeleya Dostên Kurdan a Isereyê, Komeleya France-Kurdistanê di çarçoveya ‘Piştgirî ji Kurdan re hewce ye. Ez dikarim çi bikim’ kirine.

Komeleyan diyar kirin ku Erdogan her roj demokrasiyê tune dike û bi taybetî jî doza girtina HDP’ê û êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi bîr xistin.

Di teksta kampanyayê de qala hevşaredar, parlementer, çalakgerên girtî hate kirin û gotin “Ev kes nirxên humanîst heta dawiyê bi cesaret diparêzin. Em jî ji bo parastina nirxên gerdûnî heta dawiyê bi wan re ne.”

Di kampanyayê de bal kişandin ser 13 jinên di Girtîgeha Xarpêtê de girtî ne. Hevşaredarara Geverê Remziye Yaşar û parlementer Leyla Guven jî di nav van girtiyan de ne.

Komeleyan nameyeke Leyla Guven jî par ve kirin. Guven di nameya xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.

Komeleyan ji bo şandina kartan bang kirin.