Komeke Elman li dêrê ji bo Kurdan û Ocalan dia kir

Li Ludwîgsbûrgê ya Elmanyayê komeke Elman li dêrê hatin cem hev û ji bo azadiya Kurdan û Ocalan dia kir

Li Dêra Bajêr a Evangalîsch a li Ludwîgsbûrg Markplatzê, vê Pêrşemê ji bo azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan mûm hatin vêxistin û dia hatin kirin.

Gelek Elman û Kurd tevlî 'diaya êvarî ya ji bo siyasiyan' bûn.

Di êvara diayê de li ser navê civaka aştiyê ya Elman Roland Blach û  keşeyê Dêra Freîbergê Andreas Buhrer hazir bûn.

Keşke Buhrer got, ''Çawa dibe civake ew çend mezin bê welat be. Beriya 70-80 salî me jî hin pirgirêk dîtin. Li vir tekane pirsgirêk siyaetmedar in.''

http://anfabone.com/22.02.2019_Bir%20grup%20Alman%20kilisede%20K%C3%BCrtler%20ve%20%C3%96calan%20i%C3%A7in%20dua%20etti_1.mp4

Blach got, ''Çawa dibe ku mirov li welatê xwe biyan be, ji bo berjewendiyên siyasî pirgirêkên Kurdan bincil dikin. Ev hîseke çawa ye ku mirov li welatê we biyan be? Hîseke çawa ye ku mirov tim pirsgirêkan bijî? Em ê li aktîvîstên grevên birçîbûnê guhdar bikni ku çend mehi n li dijî şer bûne hêvî, em ê lê guhdarî bikin ku qebûl nakin ser meseleya Kurd were girtin û bi navê terorê were binavkirin. Her wiha wê pirsgirêka Abdullah Ocalan jî li vir were axaftin.''

Filîz Akçalî nameya Leyla Guven a ku ji diya xwe re nivîsî bi Elmanî xwend, li ser navê Dayikên Şehîdan Emîne Orak, tiştên ku salên 90'î jiyane vegot. Orak diyar kir sê tiyên wê li naverasta kuçeyê ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin.

Necatî Akin ê ji Behra Reş jî got, ''Ez Tirk im û ji bo azadiya Ocalan têdikoşim. Dîktatoriya li Tirkiyê serok û parlamenterên HDP'ê girtin. Divê Ewropa li dijî vê rewşê dengê xwe derxîne.''

Piştî axaftinan kesên hazir ji bo azadiya Kurdan dia kirin.