Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê: Divê êrîş bêne rawestandin

Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê li Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê civîneke çapemeniyê lidar xist û xwest, êrîşên dewleta Tirk bêne rawestandin.

Di civîna çapemeniyê de ya li parlamentê hate ragihandin ku dewleta Tirk sûcên şer dike, mirovên sivîl qetil dike û li dijî peyman û hiqûqa navneteweyî tevdigere.

Berdevkê koma Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Andreas Shider, Alîkarê Serokê Koma Çep û ji Koordînatorên Koma Dostaniya Kurd Nikolaj Willamson, ji Koma Ewropa ya Azad EFA Fransua Alfonsi, ji koma Sosyal Demokrat Evîn Încîr û ji Koma Keskan Katrine Langesiepen beşdarî civînê bûn.

Andreas Shider êrîşên artêşa Erdogan û êrîşên Îranê yên li nava xaka Iraqê şermezar kir û bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyên din ên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.

Alîkarê Serokê Koma Çep Nikolaj Willamson jî anî ziman ku êrîşên Erdogan derbeke ku li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hatiye xistin û got, eger dawî li êrîşan nîne divê Yekîtiya Ewropayê pêkanînên aborî û polîtîk li ser Tirkiyeyê ferz bike.

Ji Koma Sosyal Demokrat Evîn Încîr jî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê û Kurdan biparêze.