Koma Baselê Nobeta Azadiyê dewir girt

Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 559 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê ji koma ji Baselê hat, nobet dewir girtin.

Nobeta Azadiyê ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 25’ê Hezîrana 2012’an heta bi niha ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve tê girtin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e.

Kurdên li Ewropayê û dostên wan, nobetê kom bi kom û dor bi dor digirin. Vê hefteyê komek ji bajarê Basel ê Swîsreyê hat û nobet ji koma beriya xwe dewir kir.

Kesên di nav komê de, Delîl Ek, Ferhat Oncul, Erdal Delek û Aram Amed in.

Delîl Ek ku li ser navê axivî û got ku wan li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji koma beriya xwe dewir kiriye. Ek, ji wan kesan re ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û got: “Bi vê erdhejê diyar bû ku divê em Kurd bi hêza xwe ya cewherî bi rêxistin bibin, saziyên xwe ava bikin û li hev û din bibin xwedî. Em li hêviya dewletê bisekinin, em ê bimirin, di bin kavilan de bimînin, ji serma û birçîbûnê bimirin.“

Delîl Ek bi bîr xist ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê digirin û got: “Azadiya Rêbertiyê, azadiya gelê Kurd, mirovahî û hemû xwezayê ye.“ Ek anî ziman ku ew bi girtina bi nobetê, dixwazin nîşanê saziyan bidin ku ew parastina hiqûq, edalet û demokrasiyê dikin û wiha got: “Ev nobeta em ji bo azadiya Rêbertiyê digirin, hem nobeta edaletê, hem ya mirovahiyê, hem ya wicdan hem jî ya exlaq e. Em ê bi ser bikevin. Me 11 salan bêyî sekin li nobetê dewam kir; heta Rêbertiya me azad bibe, em ê li girtina nobetê dewam bikin.“