Kolnê deng dan dengê Leyla Guvenê

Meşa Dirêj a 3 rojan ku ji bajarê Bonn ê Elmanyayê destpê kir ku wê li Dusseldorfê bi dawî bibe, li Kolnê dewam dike.

Kurdistaniyên ku saet 12:30’î li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin ba hev, piştî xwendina belavokekê û şûnde dest bi meşê kirin.

Girseya ku li navenda Kolnê re derbas bûn, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin.

Meşa ku bi tevlîbûna Kurdistaniyên Bonn, Koln û Dussldorfê dom kir, nebicihanîna daxwazên berxwedêrên grevê protesto kirin.

Kurdistaniyê bi navê Zeynel Dûrmaz ê tevlî meşê bibû, anî ziman ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevlî vê çalakiyê bûye.

Dûrmaz bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got: “Divê hemû gelê Kurd xwedî li vê berxwedana û berxwedêran derbikeve.”

Dîsa jina bi navê Evîn Batûr a bi erebaneya xwe tevlî bibû got: “Ji bo piştevaniya Leyla Guven ez jî hatime Kolnê. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya xwe û deng dana berxwedana Leyla Guven divê hê xurtir tevlî çalakiyan bibin.”

Cemîle Rojhilat jî got: “Komploya li ser Rêbertiya me di sala 20’an de jî dewam dike. Heta tecrîda li ser Rêber Apo bidawî bibe û azad bibe em ê li qadan bin.”

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin qîrkirin.

Li pêşiya Dêra Domê daxuyaniyek hate dayîn û li dijî bêdengiyê banga hevkariyê hate kirin.

Meşa wê sibe ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê destpê bike, wê bi mîtîngeke ku li pêşiya Parlementoya NRW Dusseldorfê bi dawî bibe.