Koç: Helwesta CPT bêehlaqî ye û divê were teşhîrkirin

Yuksel Koç helwesta CPT ya li dijî daxwazên malbat û berxwedêrên greva birçîbûnê ‘bêehlaqî’ bi nav kir, diyar kir ku CPT hevkarê sûc ê Tirkiyeyê banga teşhîrkirina vê helwestê kir.

CPT ya ku bersiva ‘rayeya me nîne’ dabû daxwaza hevdîtinê ya Meclîsa Dîaspora a Şengal, malbat û berxwedêrên greva birçîbûnê, berxwedêrên Strasboûrgê bersivek tund da. Li ser navê çalakgeran peyamên bi zimanê Kurdî û Tirkî ji aliyê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Gulistan Îke ve hate dayîn. Çalakgeran li dijî helwesta CPT banga geşkirina çalakiyan li gelê Kurd kir.

‘JI BER CPT ERKA XWE NAKE ME DEST BI ÇALAKIYÊ KIR’

Yuksel Koç diyar kir ku serlêdana hevdîtina bi CPT re ya li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran, malbatên çalakger û Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ji aliyê CPT ve hate redkirin. Koç wiha got; “Ji me re gotin ‘niha rayeya me nîne ku em serdana Ocalan bikin’. Ev tê vê wateyê; CPT hevkarê vê sûcî û plangerê wê ye. Helwesta CPT em şermezar dikin.”

Koç diyar kir ku CPT erka xwe pêk naîne û wiha domand; “Di hevdîtinên beriya niha de jî me ji wan re gotibû. Eger CPT li gorî prosedurên hiqûqî yên ku bixwe binivîsandine erka xwe pêk bîne, hewce nedikir ku em çalakiyê bikin. Ji ber ku CPT û Konseya Ewropa erka xwe pêk naîne me ev çalakî daye destpêkirin.”

‘BÊHIQÛQÎ Û BÊEHLAQÎ YE’

Koç diyar kir ku ji mirinekî ya berxwedêrên greva birçîbûnê dewleta Tirk û CPT berpisyar e û wiha domand; “Ji bo vê bersiva CPT dayî hem bêhiqûqî, hem bê wijdanî û bêehlaqî ye. Carek din derkete holê ku CPT hevkarê vî sûcî ye.”

‘HELWESTA WAN BI VEKIRÎ HEVKARIYA TECRÎDÊ DIDE NÎŞANDAN’

Yuksel Koç diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 105, ya Nasir Yagiz di roja 92’an, li girtîgehan di roja 67’an de didome û got; “Ev tê wê wateyê ku; Bi van politîkayan re bi awayekî vekirî hevkarê tecrîdê ne.”

BANGA ‘TEŞHÎRKIRINA HELWESTA CPT’ LI GEL HATE KIRIN

Yuksel Koç bang li gelê Kurd kir û got; “Divê em berxwedana xwe ji der demê bêhtir geştir bikin. Serî de CPT û saziyên navnetwî ku hevkariya sûcê tecrîdê dikin li her derê teşhîr bikin. Bi çalakiyên xwe divê em bêdengiya wan bişkînin.”