Knape di gotara xwe de, ya ku di kovara Dagens Arene de, ku kovar li Swêdê weşandê dike got geşedanên li Tirkiyê, bicihneanîna rêgezên sereke yên demokrasiyê û betalkirina rêgezên sereke yên hiqûqê wan ditirsîne.
Nûçegihan-nvîskar Kurdo Baksî û Murat Kuseyrî di heman kovarê de bêdengiya siyasetmedaran a li ser dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê rexne kiribûn.
Di gotara xwe de ji Knape re gotibûn, ''Ji bo çi hûn pişta xwe didin rêveberên şaredariyê yên li Tirkiyê ku gel hilbijartibûn û ji peywirê hatine standin? We ji bîr ki ku peyva hevgirtinê bibêjin?''
'PIRSGIRÊKA TIRKIYÊ NEHATIYE JIBÎRKIRIN'
Knape bi gotara bi navê ''Pirsgirêka Tirkiyê nehate jibîkirin'' bersiv da û got, bi qeyûman ji peywirê standin ji hêla Konseya Ewropayê ve û siyasetmedarên xwecih û herêmî yên Swêdê ve nehatiye jibîrkirin.
'GEL EV SIYASETMEDAR HILBIJARTIN'
Knape got, ''Li başûrêrojhilat ên Tirkiyê li şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin standin. Li şûna wan walî, bi gotineke dî memûr hatin. Beriya bi 2 hefiyan bi sifetê serokê kongreyê li Tirkiyê min got, ji peywirê girtina siyasetmedarên ku ji hela gel ve hatine hilbijartin, şaş e. Ev siyasetmedar 31'ê Adarê bi hilbijartineke azad û dirûst ji hêla gel ve hatine hilbijartin.''
'COTMEHÊ EM Ê BIÇIN TIRKIYÊ'
Knape got Cotmehê wê serdana Tirkiyê bikin û derbarê berpirsyariya rêveberiya xwecih Tirkiyê ronî bikin. Knape got,, ''Pirsgirêk ji hêla wan siyasetmedarên xwecih û herêmî ve yên welatên endamên Konseya Ewropayê ve, ku Swêd jî di nav de ye, nehatiye jibîrkirin.''