Kedkarên çapemeniyê û endamên KNK’ê li Strasboûrgê bûn

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 70’î de didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya bi şîara ‘Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ku 17’ê Kanûna 2018’an dest pê kir, di roja 70’î de bi biryardarî didome.

Rewşa tenduristiyê ya çalakgerên grevê her ku diçe giran dibe û serdanên piştgiriyê jî zêde dibin. Îro xebatkarên çapemeniya Kurd ku rojnameger, nivîskar Fûat Kav jî nav de endamên KNK’ê û ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî serdana çalageran kirin.

Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistan a Îskoçyayê Sarah Glynn hate Strasboûrgê û bi çalakgeran re civiya.

‘DÎWARÊ BÊDENGIYÊ HATE HILWEŞANDIN’

Di serdanê de xebatkarê çapemeniya Kurd rojnameger Farûk Sakik axivî û qala girîngiya xwedîderketina li berxwedanê kir. Sakik diyar kir ku Tirkiye bi pêkanîn faşîzane mudaxeleyî berxwedanê dike û got; “Çalakgeran dîwarê bêdengiyê hilweşand. Divê her kes li cihê lê çi ji destê wî/ê were bi pêngavên cuda xwedî li berxwedanê derbikeve.”

YALÇIN: NE TENÊ KURD ERKEK LI SER HEMÛ GELAN E

Di serdanê de Endamê KNK’ê Alî Yalçin jî axivî û got; “Ji bo serketin û xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê erk dikeve li ser milê her kesî. Ev ne tenê erkê gelê Kurd e erkê hemû gelan e. Erka her mirovekê ye ku li dijî tecrîdê berxwedanê geştir bike. Gelê Kurd dibêje ‘Êdî Bes e’ divê berxwedan geştir bibe.”

JI PARTÎ Û TEVGERÊN KURD RE: EM Ê BI SER BIKEVIN, EM Ê ENCAM BIGIRIN

Ji çalakgerên greva birçîbûnê û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç spasiya kedkarên çapemeniyê kir ku ji roja destpêkê ve kar dikin û got; “Tecrîd hemû Kurdistanê dike hedef. Piştgirîdayîna saziyên Kurdistanî gelek girîng e û kêmahiya piştgirîdayîna hinek sazî û tevgerên Kurd jî cihê xemginiyê ye.”

Koç balkişand li ser bandoriya çalakiya grevê ya li ser ciwan, jin, zarok, pîr û hemû beşên civakê û ji hemû partî û tevgerên Kurd re got; “Bila bizanin em ê vê tecrîda li dijî Kurdistanê bişkînin. Vê berxwedanê ji Elmanya heta Hewlêr, ji Ewûstralya heta vir; serî de gelê Kurd li gelên Ermen, Asûr-Suryan hemû gelên herêmê de ruhê berxwedanê derxist pêş. Bila partî û saziyên Kurd bizanin em ê encam bigirin.”

Navê çalakgerên greva birçîbûnê wiha ne; Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, Rojnameger Gulistan Çiya Îke, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Hevserokê KCDK’ê Yuksel Koç, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîrî, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamed Ghaderî, Denîz Surgut, Avyaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.