KCDK-E'yê li dijî qedexeya li ser PKK'ê banga tevlêbûna li meşa Berlînê kir

KCDK-E'yê banga tevlêbûna li meşa li Berlînê kir, ku 27'ê mehê dijî qedexeya li ser PKK'ê wê meş çêbibe.

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E'yê li djî qedexeya li ser PKK'ê bang kir ku tevlî meşên li Berlînê û bajarên din bibin ku 27'ê mehê wê werin kirin.

KCDK-E'yê got, ''Li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanya û polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan 27'ê Mijdarê bi pêşengiya saziyên Elman li Berlînê wê meş were kirin, her wiha li welatên din jî bi eynî armancê wê çalakî bêne kirin, em di serî de bang li gelê Kurdistanê û hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tevlî meş û çalakiyan bibin.''