KCDK-E’yê ji bo meşên li dijî komployê bang kir

KCDK-E’yê bernameya meşên li dijî komploya 15’ê Sibatê eşkere kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bernameya meşên li hemberî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em komploya navneteweyî û hêzên komploger careke din şermezar dikin. Em berxwedêrên li hemberî komployê jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Bi komploya 15’ê Sibatê re dihate xwestin ku gelan bera ber hev bidin, qirkirin pêk were û li Rojhilata Navîn şerekî mezin dest pê bike. Lê bi saya têkoşîna Rêber Apo ev komplo hate pûçkirin.

Em dizanin ku tecrîd bi tenê li ser Rêber Apo nayê kirin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd ê li her çar parçeyan û li hemû gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê kirin.  Îradeya gelê Kurd nayê naskirin, qeyyûm li ser şaredariyan tên peywirdarkirin û tê xwestin ku destkeftiyên gelê Kurd were tunekirin.

Tecrîd a ku berdewamiya Komploya Navneteweyî ye sûcekî mirovayetiyê ye. Dewleta Tirk 21 sal in vê sûcê mirovayetiyê didomîne. Ev tecrîd ne exlaqî ye û ne wijdanî ye. Ne mumkun e ku gelê Kurd, gelên ku aştî û azadiyê dixwazin karibin vî tiştî qebûl bikin. Têkoşîna me, ji bo azadiya rêzdar Ocalan û çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurdan e.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê di navbera 10-15’ê Sibatê de li gelek bajar û welatên Ewropayê yên wekî Fransa, Danîmarka, Evûstûrya, Hollanda, Yewnanistan, Belçîka, Elmanyayê meş were lidarxistin.