KCDK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga seferberiyê kir

KCDK-E'yê ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, banga seferberiyê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 17'ê Sibata 2024'an de li bajarê Koln ê Elmanyayê meşeke navendî bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meş wê bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re" pêk were û li bendê ne ku 100 hezar kes beşdar bibin.

Li gorî daxuyaniyê, meş wê ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di asta Ewropayê de pêk were.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, welatên Ewropayê ku xwe demokrat, wekhevîxwaz û alîgirê çareserkirina pirsgirêkan a bi diyalogê nîşan didin, dema mijar dibe Kurd têgînên azadî û wekheviyê ji bîra wan diçin û ji nedîtî ve tên.

KCDK-E'yê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 25 salan bi heman têgîninên 'azadî û wekheviyê' yên nirxên mirovahiyê ne, berê xwe da Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê belê welatên Ewropayê rê li ber Ocalan girtin, nehiştin xwe bigihîne Ewropayê û bi vî rengî nirxên mirovahiyê kirin qurbanê berjewendiyên qirêj ên siyasî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd bi komployê navneteweyî dîl hate girtin û birin zindana girava Îmraliyê. Rêberê me 25 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û di bin tecrîdeke giran de ye.

Armanc ew bû ku li girava Îmraliyê têkiliya Rêber Apo bi hemû cîhanê re qut bikin, dengê wî negihêje bi milyonan mirovî. Dewleta Tirk li Îmraliyê sîstemeke taybet a Êşkence-Tecrîdê ava kiriye, hemû rêgez û pîvanên gerdûnî, heta hiqûqa xwe binpê dike."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 36 meh in ti agahiyê nikarin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û hate gotin, "Hêrs û dilgiraniya gelê Kurd a li ser mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo zêde bûye û vê rewşê napejirîne. Desthilatdariya faşîst a AKP -MHP 'ê ku bi bêdengiya Konseya Ewropa, CPT, sazî û hêzên navneteweyî sûd werdigire tecrîda girankirî li ser Rêber Apo dide sepandin. Pergala tecrîdê û pêkanînên siyaseta îzolasyona li Îmraliyê bandora xirab li ser hemû girtîgeh û civakê dike.

Bi mîlyonan mirov Rêber Apo weke Rêberê xwe qebûl dikin. Çawa ku Nelson Mandela bû mifteya diyalog û çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Efrîkaya Başûr, Rêber Apo jî mifteya çareseriya demokratîk û aştiyane ya Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e.

Rêber Apo nûner û Rêberê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê dike, paradîgmaya ku afirand û îdeolojiya azadiya jinê li cîhanê belav bû û bû gerdûnî. Îro li çar aliyê cîhanê jin û gel bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' li mafê xwe digerin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derket asta navneteweyî. Sîstemeke Konfederal a Demokratîk hate avakirin ku ne tenê Kurd, hemû pêkhateyên din ên etnîkî û baweriyên li herêmê bi awayekî azad tê de beşdar bibin."

KCDK-E'yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye, Rojhilata Navîn û bidawîbûna şer işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û pêngava ku di vê çarçoveyê de li ser asta navneteweyî hatiye destpêkirin, bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku siyasetmedar, hiqûqnas, rojnamevan, akademîsyen û sendîkavanên bi nav û dengên cîhanê bi awayekî çalak di nava têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Bi navê KCDK-E, gelê Kurd û dostên Kurdan bang li CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku demildest dest li pergala êşkenceyê ya Îmraliyê werdin, heyeteke lezgîn bişînin Îmraliyê.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Bi wesîleya salvegera komploya 15'de Sibatê li seranserê Ewropayê û welatên Skandînavyayê meşêb navendî têne darxistin. Di çarçoveya kampanyaya ku 10 Cotmehê 2023'an de destpê kir û di asta cîhanê de belav bû, bi armanca dawîkirina vê komploya navneteweyî û tecrîda ku zêdeyî 25 sal in dewam dike, divê bi deh hezar kes beşdarî meşa ku bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re Azadi' 17'ê Sibatê li Kolnê tê darxistin bibin.

Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya cîhanê, li hemû sazî, sendîka, partî, aktîvîst û hemû alîgerê demokrasî û mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku bibêjin 'Bila dawî li tecrîd, êşkence û bêhiqûqiyê bê anîn'. Em we vedixwînin ku bi awayekî aktîf beşdarî meşa navendî ya li Kolnê bibin."