KCDK-E’yê banga çalakiyan kir
KCDK-E’yê ji ber êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê bangî Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kirin ku bila dest bi çalakiyan bikin.
KCDK-E’yê ji ber êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê bangî Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kirin ku bila dest bi çalakiyan bikin.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji ber êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê bangî Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kirin ku bila dest bi çalakiyan bikin.
KCDK-E’yê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
“Em bang dikin ku bila her kes bi giyanê Kobanê dakevin qadan û dewleta Tirk teşhîr û protesto bikin.
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd û destkeftiyên wan êrîş daye destpêkirin û li ber çavê hemû cîhanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Bi van êrîşan re artêşa Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi giyanê Kobanê li hemberî Erdoganê dîktator dakevin qadan û dewleta Tirk protesto bikin.”