Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo salvegera Qetlîama Robostkiyê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku balafirên şer ên Tirk li ser fermana dîktator Erdogan piranî zarok 34 welatiyên sivîl bi zanabûn û plankirî qetilkiriye.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Qetlîama Roboskî yek ji qetlîamên ku ji aliyê dewleta Tirk ve di encama polîtîkayên dijminahiya li Kurdan û bi plankirî pêk hatiye. Hema piştî qetlîamê fermandarê qatil ê payeya wî hate bilindkirin û ji aliyê dîktator Erdogan ve hatina xelatkirin bi awayekî ber biçav tê dîtin ku dewleta Tirk ev qetlîam bi plankirî pêk aniye.
Dewleta Tirk beriya polîtîkayên şer û qetlîamê destpêkê li Îmraliyê li dijî Rêber Apo yê li ber xwe dide kûr kir, hewl da ku vê yekê li hemû erdnîgariya Kurdistanê belav bike. Ev tecrîd tecrîdeke li dijî gelê me, hêzên demokrasî û azadiyê ye. Domkirina vê tecrîdê, polîtîkayên zextê nîşaneyên Roboskî û qetlîamên nû ne.”
Herî dawî KCDK-E peyama, “Bi bilindkirina berxwedan û têkoşîna topyekûn tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.” da.