KCDK-E nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsên Brîtanyayê da
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) êrîşa polîsên Brîtanyayê ya li dijî Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd a li Londonê şermezar kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) êrîşa polîsên Brîtanyayê ya li dijî Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd a li Londonê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa polîsên Brîtanî piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan pêk hatiye û wiha hate gotin, "Ev êrîş bi awayekî eşkere êrîşeke ku li Brîtanyayê hiqûq û qanûnên demokratîk hatin binpêkirin."
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
Di 26’ê Mijdarê de Meclîsa Kurd a Demokratîk a li Londonê rastî êrîşa polîsên Brîtanî hat.
Ev êrîşa ku piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a qirker Hakan Fîdan pêk hat, bi awayekî eşkere êrîşeke ku li Brîtanyayê hiqûq û qanûnên demokratîk hatin binpêkirin.
Êrîşa li dijî pîrozbahiya çandî ya gelê Kurd a bi zanabûn, êrîş û tundiya li dijî beşdarên çalakiyê, hewl dan al bikin hincet û vê êrîşê rewa bikin.
Ev êrîşa polîsan a li hemberî Kurdên li Brîtanyayê bêyî destûr û hinceteke rewa, encama lihevkirina bi dewleta Tirk re ye. Ji ber ku ev êrîş tenê du roj piştî hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps û hempîşeyê wî yê Tirk Hakan Fîdan pêk hat ku li ser hevkariya parastinê û ewlehiyê zêde bikin lihev kirin.
Polîsan bi hinceta PKK'ê qedexeye hewl da gelê me yê di pîrozbahiyê de li ber çavê zarokên wan linç bike.
Bi hinceta 'Xala 7'emîn a Qanûna Terorê' (2000) heta niha gelek kes hatine girtin. Weke ku tê zanîn di vê çarçoveyê de rûniştina dozên Mark Campbell û penabera Kurd 'Bêrîtan' ji ber hilgirtina ala Kurdistanê di çalakiyên 17 û 18'ê Çile de tên darizandin hene.
Li her cihê ku gelê Kurd lê dijîn, hewl tê dayîn mafê wan a kombûn-rêxistinbûnê ya rewa bê terorîzekirin û ev hewldan li Brîtanyayê jî her ku diçe berfireh dibe. Brîtanyaya ku bi peymana Syke-Picot di perçebûna Kurdistanê de roleke mezin lîst, bi vê helwesta xwe helwesteke ku xizmeta qirkirinê dike nîşan dide.
Weke KCDK-E em êrîşa tundiyê ya polîsên taybet ên li Londonê pêk anîn şermezar dikin û bang li Brîtanyayê dikin ku dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd berde. Mafê kombûn û rêxistinbûnê mafekî gerdûnî yê mirovan e û em ê vî mafî li her devera ku em lê ne bêyî ku gavekê jî bi paş ve bavêjin bi rengekî xurt bi kar bînin.
Her wiha em berxwedana girseyên ku bi dirûşmeyan ev êrîş vala derxistin û tawîz nedan silav dikin. Bi vê munasebetê em bang li sazî û çanda xwe dikin ku dakevin qadan û bêyî ku paşve gav bavêjin xwedî li têkoşîna xwe derkevin.
Li dijî vê êrîşa dijhiqûqî ya ku di 26’ê Mijdarê de li Londonê ji aliyê polîsan ve hat kirin, divê bi hemû rêbazên hiqûqî çalakiyên protestoyî berdewam bikin.”