KCDK-E: Ji bo Newroza li Frankfûrtê em seferber bibin

KCDK-E'yê got, "Ji bo em Newroza Frankfûrtê bikin Newroza yekîtiya neteweyî û serketinê, em seferber bibin."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo Newroza li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ku wê di 25'ê Adarê de bê lidarxistin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di Newrozê de li Amedê û çar parçeyên Kurdistanê, her wiha li derveyî welat Kurdan îsal peyamên gelekî şênber dan" û hate destnîşankirin ku dîktatoriya faşîst a Erdogan wê 14'ê Gulanê di hilbijartinê de bê têkbirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd hem berxwedana xwe, hem hêrsa xwe hem jî êşa gelê xwe ya ji ber erdhejê di asta herî bilind de parve kir. Gelê Kurd pîrozbahiyên Newrozê veguherand beyana îadeyê, li dijî mêtingerî û dagirkeriyê ji bo yekîtiya neteweyî ya li Bakur, Bşaûr, Rojava, Rojhilat û derveyî welat dirûşm qîriya û careke din destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê xwe bi xwe ye. Di heman demê de bang li hêzên navneteweyî kir ku nebin hevparê polîtîkayên kujer ên dewleta Tirk."

KCDK-E'yê ragihand ku gelê Kurd di vê Newrozê de her wiha raxist pêş çavan ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li dijî faşîzm û dîktatoriyê ew alîgirê azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.

Lewma jî spasiya bi milyonan kesên beşdarî Newrozê bûne hate kirin.

BANGA JI BO NEWROZA LI FRANKFÛRT

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê 25'ê Adarê li Frankfûrtê Newroza Navendî ya li Elmanyayê bê lidarxistin û ji bo Newrozê bikin Newroza yekîtiya neteweyî û serketinê banga seferberiya tevlîbûnê hate kirin.

KCDK-E'yê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê û dostên wan kir ku beşdarî Newrozê bibin.