KCDK-E: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em 15'ê Nîsanê dakevin qadan!

KCDK-E'yê got, "Bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statuya Kurdistanê, ji bo çalakiyên navendî yên 15'ê Nîsanê em seferber bibin."

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin, "Me meşa 'Şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya Strasbourgê û Azadiya Rêber Apo' ji ber erdheja 6'ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojava ji meha Nîsanê re taloq kiribûn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha nirxên şaristaniya demokratîk destpêkeke nû ya dîrokî ye û hate gotin, "Nexşeya rê ya jiyana hevpar, azad û wekhev a hemû nasnameyên li ber tunekirinê û bindestan e. Bila dost û dijmin her kes zanibin ku di sala 25'an a komployê de êdî em nikarin xwe li tecrîdê rabigirin. Di sala 25'an a komployê de di şexsê Rêber Apo de azadiya nirxên demokratîk ên komunal ên mirovahiyê armanca me ya bingehîn a jiyanê ye.

Sala 2023'an salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê ye ku piştî şerê parvekirinê yê yekemîn ê hêzên navneteweyî Kurd hatin qirkirin û Kurdistan hate parçekirin. Ji bo di vê salê de faşîzma AKP-MHP'ê û mêtingeriya Tirk têk bibin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statuya Kurdistanê em ji bo çalakiyên navendî yên 15'ê Nîsanê seferber bibin.

Bi vê armancê wê di 15'ê Nîsanê de bi beşdariya ji Elmanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Belçîka û Hollandayê li Dusseldorfê meşa navendî ya Ewropayê, bi beşdariya Başûrê Fransayê li Marsîlyayê, li Norwêc, Fînlandiya, Swêd Stockholm, Goteborg, Kanada, Awûstralya, Qibris, Îngilistan, Awûstûrya, Îtalya û Yewnanistanê meş û mîtîngên 'Azadî ji Rêber Apo re' bêne lidarxistin. Ji bo azadiya Rêberê me, gelê Kurdistanê yê li van welatan û dostên me divê tevlî van meş û mîtîngan bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Bi navê KCDK-E'yê em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bigihêjin hev û bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' ku sembola rizgariyê ya bingehîn a mirovahiyê ye beşdarî van meşan bibin."