KCDK-E: Festîval li hemberî tecrîd,dagirkerî û qirkirinê bû nîşandana îradeyê

Hevserokên KCKD-E’yê piştî Festîvala Çanda Kurdan a 30’emîn peyameke pîrozbahiyê weşand û ji bo festîvalê got “Bû roja nûkirina îradeya azadiya Rêber Apo û îradeya neteweyî ya li hemberî dagirkerî û qirkirinê.”

Hevserokên KCDK-E’yê bi peyameke nivîskî diyar kirin Festîvala Çanda Kurdan a 30’emîn a ku bi şîara ‘Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin’ bû roja nûkirina îradeya azadiya Rêber Apo û îradeya neteweyî ya li hemberî dagirkerî û qirkirinê.

Di peyama nivîskî de ev tişt hate gotin:

“Festîval li bajarê Landgrafê ya Hollandayê bi şîara azadî ji Rêber Apo re hate lidarxistin. Ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Avûstûrya, Îtalya û Îngîltereyê bi hezaran kes hatin festîvalê.

Di festîvalê de tecrîda giran a li ser Rêber Apo hate teşhîrkirin, têkoşîna gelê Kurdistanê û ya gerîla ku li hemberî her cure êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike, hate silavkirin.

Di festîvalê de ji hemû parçeyên Kurdistanê dengbêj û hunermend hatin, kesên navdar ji gel re axivîn. Ji her dera dinyayê sendîkavan, zanyar û kesayetan ji bo azadiya Rêber Apo peyamên hevgirtinê dan.

Ciwan û enternasyonalîstan bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ qada festîvalê kirin qada berxwedanê.

Ligel ku hewa ne xweş bû û baran bariya jî bi hezaran kesên tevlî festîvalê bûbûn ji bo tecrîda li ser Rêber Apo biqede û azadiya wî pêk were, bênavber slogan berz kirin, bêdengiya hêzên navneteweyî teşhîr kirin. Berxwedana ku gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirker û qirker dike û gerîlayên têkoşer hatin silavkirin. Bi sloganan hate diyarkirin ku berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê rêya me ronî dike.

Xeleqa azadiyê ya li dora Rêber Apo bi peyamên hevgirtinê yên ji Efrîkaya Başûr heta Îngîltereyê hatin. Hate diyarkirin wekî Mandela, Ocalan jî îradeya bi milyonan kesan e û wê dev ji azadiya wî neyê berdan.

Di festîvalê de nêzî 30 nivîskaran jî stand vekirin û nivîskar bi gel re kom bûn.

Em KCDK-E hemû beşdarên festîvalê, ciwanan, jinan, zarokan, kal û pîran, rewşenbîran, demokratên şoreşger, saziyên navneteweyî, sendîka û ciwanên enternasyonalîst spas dikin.

Di heman demê de em spasiyê xwe pêşkêşî Şaredarê Landgrafê û xebatkarên şaredariyê yên qada festîvalê, hemû xebatkarên meclîsê yên kedkar û kedkarên çapemeniyê re dikin.”