KCDK-E: Erdogan dema DAÎŞ ku têk diçe dest bi êrîşê dike!

KCDK-E'yê got dema ku çeteyên DAÎŞ'ê têk diçin Erdogan dîsa plana dagirkirinê dide destpêkirin, bang li saziyên navnetewî û gelan kir ku tevbigerin.

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E'yê li ser gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

LI DIJÎ BERXWEDANÊ DIXWAZE ROJEVÊ BIGUHERE

KCDK-E'yê di daxuyaniya nivîskî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, got, ev çalakî li hemû cîhanê berbelav dibe, dibe raya giştî, her wiha nêzîkbûna hilbijartina xwecih bi bîr xist û got Erdogan ji bo berjewendiyên xwe dikxwaze rojevê bigıhere û ji bo hîsteriya faşîst geş bike polîtîkayên şer û komkujiyê berbelav dike.

'DEMA KU ÇETE TÊK DIÇIN ÊRÎŞÊ TÎNIN'

Bi berdewamî şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate bibîrxistin hate gotin: ''Piştî ku çeteyên barbar ên li herêmê têk diçin artêşa Tirk ku rasterast dikeve şer, bi tang, top û balafirên xwe Rojava dike hedef.''

KCDK-E'yê  diyar kir dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava haziriya qirkirin û komkujiyê ye û her wiha êrîşa li ser projeya jiyana hevpar a azadîxwaz û wekhev a li Rojava ye.

Bi berdewamî wiha hate gotin: ''Haziriya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava di serî de DYA ne pêkan e ku bêyî destûra hêzên koalîsyonê bibe'' û hate diyakirin bêdengiya hêzên navnetewî û saziyên navnetewî yên li ser gef û haziriyên dewleta Tirk ên li ser Rojava  tê maneya ku 'hêzê û destûrê didin dîktator Erdogan.''

BANG

KCDK-E'yê ev bang kir:

''Banga me li hemû sazî û hêzên navnetewî û hêzên koalîsyonê ew e ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava û li dijî komkujiyan tevbigerin.

Roj roja wê ye ku hemû gelên Kurdistanê û mirovahiya pêşverû ya cîhanê weke li Kobanê û Efrînê kirin berxwedanê û têkoşînê geş bikin.

Em bang li hemû gelê xwe, bang li şoreşger, demokrat û alîgirên mirovahiyê dikin ku li dijî vê hewldana dagirkeriya faşîst li Rojava xwedî derkevin.''