KCDK-E: Em ji bo azadî û rûmeta xwe rabin ser piyan!
KCDK-E'yê dem û cihê meşên li dijî komployê bên lidarxistin eşkere kir û diyar kir, "Ji bo azadî û rûmeta xwe em dakevin qadan."
KCDK-E'yê dem û cihê meşên li dijî komployê bên lidarxistin eşkere kir û diyar kir, "Ji bo azadî û rûmeta xwe em dakevin qadan."
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê li ser meşên ku li dijî komploya 15'ê Sibatê bên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama komploya navneteweyî ye û diyar kir, "Çareseriya konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo, ji ber ku gefeke mezin bû li ser paşverûtiya hêzên serdest û herêmî, Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de tê hiştin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ti mirovên xwedî exlaq û wijdan nabe ku li pêşberî vê zilmê bêdeng bimîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jiyana azad, demokratîk û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk û azadiya Rêber Ocalan dibe."
KCDK-E'yê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kir ku eger Kurd hîmên yekîtiya neteweyî deynin û bi piştgiriya navneteweyî re bikin yek wê daxwazên Kurdan ên ji bo azadî û statuyê bi serketinê tacîdar bibin.
Di daxuyaniyê de ji bo meş û çalakiyên li dijî komploya navneteweyî bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.
DEM Û CIHÊ MEŞ Û MÎTÎNGAN
Di daxuyaniya KCDK-E'yê de li ser meş û mîtîngan ev agahî hatin dayin:
"Meş û Mîtînga navendî ya Strasboûrgê ya 15'ê Sibatê
Navendên Civaka Demokratîk ên li Elmanya, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya, Swîsre û meclîsên li Bakurê Fransayê wê tevlî bibin.
Dema destpêkirinê: 10:00
Cihê destpêkirinê: Boulevard Metz, Strasbourg
ÎTALYA
Roma
Cihê destpêkirinê: Piazza Repuplica
NORWÊC
Oslo
Cihê destpêkirinê: Trafikkanten
Dema destpêkirinê: 10.00
FRANSA
Marsîlya
(Meclîsên li Marsilya, Bordeaux, Toulouse, Montpelier, Marignan, Draguignan, Lyon wê tevlî bibin)
Cihê destpêkirinê: Saint Antione
Dema destpêkirinê: 10.00
SWÊD
Stockholm
Cihê destpêkirinê: Medborgarpatsen Stockholm, Saet:11.00
DANÎMARKA
Kopenhagen
Cihê destpêkirinê: Glostrup st.-Köbenhavn stasyona mezin,
Dema destpêkirinê: 10.00
KANADA
Toronto
Cihê destpêkirinê: 1290 Finch Ave W, Unit# 7 Toronto, ON M3J 3K3,
Dema destpêkirinê: 10.00
FÎNLANDIYA
Helsînkî
Cihê destpêkirinê: Itäkeskus
Saet: 09.00
YEWNANISTAN
Atîna
Cihê destpêkirinê: Qada Akademia
Dema destpêkirinê: 15.00
16'ê Sibatê roja Yekşemê
ÎNGILISTAN
London
Cihê destpêkirinê: BBC, portland place London
Dema destpêkirinê: 13.00."