KCDK-E: Divê statuya Şengalê bê qebûlkirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya salvegera pêncemîn a êrîşên qirkirinê yên 3'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û xwest, qirkirin bê naskirin û statuya Şengalê bê qebûlkirin.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Dewleta Tirk a bi serkêş Erdogan ê dîktator û çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin û Kurdên Êzidî qir kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qirkirin li pêş çavên rêveberiya PDK'ê pêk hat, dinya bêdeng ma û hate gotin, "Di êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran esîr hatin wergirtin. Gund hatin şewitandin û valakirin, bi hezaran keç û jin ên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li bazarên koleyan hatin firotin."

KCDK-E'yê destnîşan kir ku gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YPG û YPJ'ê bi fedakariyeke mezin civaka Êzidî ji çeteyên DAÎŞ'ê parastin û diyar kir, "Kurdên Êzidî bi vî rengî xwe bi rêxistin kirin û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan afirandin. Mêtingeriya Tirk ku nekarî bi çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar encamekê werbigire, bi taybetî Şengal gefê li tevahiya Kurdistanê dixwe û bi armanca dagirkeriyê tevdigere."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ew vê şerma sedsalê ya li pêş çavên tevahiya dinyayê pêk hat şermezar dikin û hate gotin, "Di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li saziyên navneteweyî û mirovahiyê dikin; divê statuya Şengalê ku ji bo Êzidiyan pîroz e bê naskirin û li dijî gefan bê parastin. Divê roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê bê ragihandin. Divê xwerêveberî û xweparastina gelê Şengalê bê qebûlkirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li Şengalê çalakiyên xwe zêde bikin."
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê li her kesî kir.