KCDK-E’yê têkildarî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Qirkirina siyasî ya îro li dijî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatî kirin, tê wateya israra eşkere ya di polîtîkayên şerî de. Em bi rastiya ku maf û azadiyên demokratîk ji holê tên rakirin û rastiya ku poltîtîkayên şerî li gelê Kurd ferz dike re rû bi rû ne.
Li hemberî daxwazên gelê Kurd ên ji bo demokrasiyê serî li rêbazên zordariyê didin. Hemû bedêlên ku ji bo azadî û demokrasiyê hatine dayîn û destkeftî bi polîtîkayên qirkirina siyasî tên xespkirin.
Em bang li dostên xwe û gelê xwe yê li derveyî welat dijîn dikin ku li hemberî polîtîkayên qirkirinê dakevin qadan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Wê tu hewl û zordarî nikaribin li pêşiya têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bibin asteng. Divê were zanîn ku gotinên dîktatorên destbixwîn Erdogan û Bahçelî ji xapandinê pêve ne tiştekî din in.
Divê were zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê xwe nîşan dide û divê gelê me bi awayekî biryardartir xwedî li têkoşînê derkeve.’’