KCÊ-E êrîşên li ser Şengalê şermezar kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) êrîşa hewayî ya ku di 17’ê Îlonê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû kirin şermezar kir û banga piştgiriya Şengalê kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa di 17’ê Îlonê de şermezar kir.

Di daxuyaniya KCÊ-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 17’ê Îlona 2023’an de balafireke keşfê ya bêmirov a ku hatiye tespîtkirin a Tirkiyeyê ye, êrîşî wesayîteke parastina civaka Êzidî kir û di encamê de 3 zarokên Êzidî şehîd bûn. Divê hemû cîhan bizane ku Erdogan êrîşî hêzeke ‘terorîst’ nake, divê her kes bizane ku Erdogan êrîşî civaka Êzidî û şervanên wê yên azadiyê dike. Tê zanîn ku civaka Êzidî û şervanên wê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dabûn û axa xwe ya pîroz ji ji vê rêxistina barbar rizgar kiribûn. Ev êrîş ne têkoşîna li dijî ‘terorê ye’, ev êrîş teror bi xwe ye. 

Tiştê balkêş ew e ku hikûmeta navendî ya Iraqê û şebekeya hevkar û xiyanetkar ku doza serweriya li Başûrê Kurdistanê dike, bi eşkereyî şirîkê vî tiştî ne. Ev pêkhateyên herêmê yên emperyalîst û faşîst ên ku bi awayekî sîstematîk gel û civakên baweriyê yên li derveyî xwe tune dikin, hewl didin erdnîgariya Rojhilata Navîn veguherînin dojehê.

Xala sereke ya ku nayê qebûlkirin ew e ku li hemberî vê zîhniyeta barbar ji dêvila ku helwestek û nerazîbûnek were nîşandan, berevajî wê ev hêzên global piştgiriyê didin vê faşîzm û totalîterîzmê. Erdnîgarî û gelê Şengalê ku ji aliyê rêxistineke dijmirovî ya weke DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û qirkirin, bi kedeke mezin xwe rizgar kirin, di pratîkê de xwerêveberiya demokratîk bi dest xistine û dixwazin ev yek bê fermîkirin. Ev daxwaza rewa û bêguneh a Êzidiyan ji aliyê hikûmeta faşîst a Erdogan a li Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin û her tim rastî êrîşan tê. Li hemberî vê yekê divê raya giştî ya demokratîk a cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên çalak ên têkildar û dewlet tavilê li dijî vê derkevin.

Em li bendê ne ku piştgiriya daxwazên xwerêveberiyê û xweparastinê yên Êzidiyan were kirin.”