Katî Pîrî: Encam wê giran be!

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî got di rewşekî ku hikûmeta Tirk Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji peywîrê bigrin de wê di têkiliyên YE-Tirkiyeyê de encamên wê giran be.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (YE) Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û wiha got; “Hikumeta Tirk di hilbijartinên xwecihî de serokên şaredariyan yên hatine hilbijartin ji pewyîrê girt. Suleyman Soylû niha jî gefê li Stenbolê dixwe.”

Pîrî got di rewşekî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji peywîrê were girtin wê encamên wê giran be.

Pîrî wiha domand; “Eger wî ji peywîrê bigrin wê ev di têkiliyên YE-Tirkiyeyê de encamên wê giran be. Beriya ku bikevin nava tevgerê divê du caran bifikirin.”

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman ji ber serdana Îmamoglû ya ji bo serokên şaredariyên HDP’yî gef lê xwaribû.