Kasim Engîn li Darmstadtê hate bibîranîn

Ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.

Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Darmstadtê hate lidarxistin. Merasîm hingî qelebalix bû, li hewşê jî bi sedan kes kom bûn.

Li eywana bibîranînê wêneyên Kasim Engîn û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

KCK: WÊ KURDISTANA AZAD TEQEZ PÊK WERE

KCK’ê peyameke nivîskî ji merasîmê re şand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Rêheval Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) yê ku 35 salên xwe daye têkoşîna Kurdan, di êrîşa balefirên Tirk de şehîd bûye. Rêheval Kasim Endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamtina Konseya Rêveber a KCK’ê kiriye û eyaletên Tolhildan û Botanê jî di nav de li gelek qadan fermandartiya gerîla jî kiriye. Ew rêhevalê Mûstafa Yondem, Engîn Sîncer, Hasan Vûral, Şiyar Amanos, Atakan Mahîd, Besê Anûş û Nûcanan e.”

Piştî peyama KCK’ê sînevîzyona li ser têkoşîna Kasim Engîn hate nîşandan.

MALBATA WÎ: EW BÛYE DÎROK

Li ser navê malbatê birayê wî Ahmet Nazlikûl axivî û got ku “Hûn bi xêr hatin rêhevalên Kasim. Êdî ew bûye dîrok. Ew ne bi tenê birayê min e, ew rêheval û fermandarê we bû. Ez sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazim.”

Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî tevlî merasîmên bûn û nûnerên KOMAW, MARDEF, KCDK-E û FEDA’yê tevlî merasîmê bûn û axivîn.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî di merasîmê de axivî û got ku “Ew ne bi tenê şervanek bû. Ew şoreşgerekî wisa bû ku 35 salan têkoşiya. Li ser axa Maraşê li dijî qirkirinê hêrsek bû. Qalkirina wî wê her dem kêm bimîne. Em ê xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe pêk bînin.”