BI DÎMEN

Kalkan: Bi tevlîbûna bi 10 milyon kesî Newroz dikare bê pîrozkirin - NÛ BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku meşa Kolnê lûtkeya qonaxa yekem a pêngava azadiyê bû û got ku di qonaxa duyem a pêngavê de jî pîrozbahiyeke Newrozê ku bi 10 milyonan bihewîne, li hemû cîhanê dikare bê pêşxistin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku di pêvajoya sala 26’an a komploya 15’ê Sibatê de wê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi şêwazên nû yên çalakiyan di astên hîn jortir de bê meşandin û wiha got: “Ji vir û şûn de wê çalakiyên girseyî derkevin pêş. Ji dervey vê têkoşîna hiqûqî jî bêguman wê pêş bikeve. Ev pir girîng e. Têkoşîna hiqûqî xwedî potansiyelekî hîn berfirehtir e. Li pêşiya me pêvajoyekî girîng heye. Kurdan beriya 2500 salan li dijî zilmkaran azadî bi mirovahiyê dan qezenckirin, cejna azadiyê kirin diyarî. Li dijî qirkirinê têkoşîna azadiyê ya di dîrokê de herî bi wate dimeşînin. Car din hatiye vê rewşê. Lewma Newroz di demeke ku li gorî wateya xwe de ye. Wê demê Newroz dikare bibe roja çalakiyê ya herî xurt. Pîrozbahiyeke Newrozê ku 10 milyonan di nava xwe de bihewîne, li hemû cîhanê dikare bê pêşxistin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a li ser televîzyona Medya Haber de têkildarî sala 26’an Komploya 15’ê Sibaê, şerê gerîla, trafîka dîplomasiyê ya rayedarên dewleta Tirk û qirkirina xwezayê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve axivî.

Temamiya hevpeyvînê bi vî rengî ye:

Ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê sala xwe ya 25’an temam kir û dikeve sala 26’an. Êrîşa qirkirina Kurdan jî ketiye sedsaliya xwe. Rêber Apo diyar kir ku divê 15'ê Sibata 1925'an weke Roja Qirkirina Kurdan bê qebûlkirin. Berî her tiştî divê em vê yekê bibînin; rewşeke bi vî rengî qet pêk nehatiye. Ne di dîrokê de û ne jî di cîhana îro de tiştekî wisa nîne. Tu civak bi êrîşa qirkirinê ya sed salî re rû bi rû nemaye. Ji ber vê yekê divê em pirsgirêka Kurd paşguh nekin. Pêwîste ji rêzê nêzî wê nebin û weke êrîşeke qirkirinê ya li ser Kurdan hatiye ferzkirin bi nav bikin. Ev rewşeke ku mînaka wê tune ye. Ev êrîşeke pir plankirî, birêxistinkirî û bi diştî ya 100 salan nîşan dide.

Êrîşa Komploya Navneteweyî ne di dîrokê de û ne jî di cîhana îro de tu mînaka wekî wê tune ye. Îmralî, pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ye. Mînakên van êrîşan tune ne. Ji ber vê yekê pêwîste êrîşa komplo, êşkenceya Îmraliyê, tecrîd û pergala qirkirinê neyê paşguhkirin. Divê ev ji rêzê neyên dîtin. Ev pergalên êrîş û zordariyê yên ku mînakên wê tune ne, bi temamî ji bo tunekirinê ne. Ev êrîşeke qirkirinê ye ku sedsalekê dom kir û yên ku ev yek derxistin holê hîn jî di pêkanîna wê de israr dikin. Ji bo Kurdan qirk bikin û tune bikin hemû firsend û derfetên xwe komî ser hev kirine û êrîş dikin. Paşê vedigerin û dibêjin, “Kurd terorîst in, Kurd sûc dikin. Kurd guh nadin rêbazan.” Kî terorîst e, kî êrîşî kê dike? Kî kê xira dike, kî dixwaze kê tune bike, ev yek eşkere ye.

Bi eşkereyî dibêjin ku em ê tune bikin û jixwe êrîşên îmhayê pêk tînin. Yên êrîş dikin, komkujiyan dikin û tune dikin ew in, yên tê sûdarkirin Kurd in. Ev dibe îradeya Kurd a azadiyê. Dibe Rêber Apo û PKK. Ev rewşek ku divê ku mirov pir baş bihizirê û fêm bike ye.

Mînak ev 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo û ji hevalên din ên li Îmraliyê nayên girtin. Ne qanûnên Tirkiyeyê ne qanûnên Yekîtiya Ewropayê û ne jî qanûnên DYE’yê tiştekî wiha nanivîsîne. Lê pêk tînin. Tu kes jî li dijî vê dernakeve. Jixwe qanûnên xwe jî pêk naynin. Niha, dibe ku ev rewşek sosret be. Ma ew qanûn ji bo ku bi rastî were cîbicîkirin hate nivîsandin? Yan ji bo xapandina gel, karker, gel, jin û ciwanan e? Ma ew hemû derew in? Yanî dema ku em di aliyê pirsgirêka Kurd, rewşa Kurdan û rewşa Rêber Apo li mijarê dinêrin, rastiya dîroka desthilatdarî û pergala dewletparêz a heyî tê dîtin. Niha di dîrokê de neteweyek heye ku 25 sal an jî sed sal li dijî qirkirinê li ber xwe dabe? Gelo kesek bi qirkirineke giştî ya bi vî rengî re rû bi rû maye? Lê Kurd li ber xwe didin. Wê demê divê em têkoşîna sed salî rast fêm bikin. Çi kirin, çi jiyîn, çend şehîd dan? Çiqas wêranî jiyîn. Nirx û derfetên wan hatin tunekirin. Mesela ev qet nayên pirsîn. Weke ku mafê wan heye ku vê yekê bikin. Xwedê ev maf daye wan. Wê Kurd bi vê re rû bi rê bimîne û ev jî wê bibe qedera wan.

Êrîşa Îmraliyê jî wiha ye, berxwedana Rêber Apo jî wiha ye. Li dijî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê ev 25 sal in berxwedanek heye. Me berê jî diyar kiribû. Îmralî ne girtîgeh e, ne jî rehîn e. Bi rastî jî navenda îdarî ya 25 salên dawî ya êrîşa qirkirinê ya ku ev sed sal in didome ye. Ev 25 sal in li ser esasê pergala Îmraliyê ev qirkirin tê kirin. Ji ber ku Rêber Apo îrade û nûnerê azadî û hebûna Kurdan e. Ji ber vê jî dîl hat girtin û avêtin Îmraliyê. Bi vê êrîşê re tê xwestin Rêber Apo bê tunekirin. Di şexsê Rêber Apo de tê xwestin ku gelê Kurd, civaka Kurd tune bikin. Bi êrîşa li ser Rêber Apo re tê xwestin ku qirkirina Kurdan temam bibe û pêk were. Berxwedana Îmraliyê, berxwedana 25 salan a di biryargeha dijmin de li hemberî êrîşên wêranker e. Divê em vê berxwedanê rast fêm bikin. Berxwedan heye, berxwedan heye. Firsend çêdibin, derfet çêdibin, ev hindik dibe yan jî zêde dibe, yanî bi firsend û derfetên kêm dikarin hin tiştan biafirînin. Ev wekî serketinê tê dîtin. Li Îmraliyê tiştekî wiha nîne. Ji aliyekî ve ne derfet û ne jî firsend heye. Sifir an jî di bin sifirê de ye. Aliyê din her tişt di destê wê de heye. Li ber destê wan her cure derfetên madî hene. Derfeta wan ku zextê bikin heye û êrîş dikin. Ji ber vê yekê şer û têkoşîneke wiha newekhev heye. Berxwedana Îmraliyê berxwedanek e ku di rewşeke wiha ya bêhevsengiya hêzê de pêk hat. Wê demê divê em berxwedana Îmraliyê rast fêm bikin. Dersên berxwedana Îmraliyê bi hemû aliyên xwe pir fêrker e. Wê ramanên berê serûbin kir.

Vêca fikra herî şoreşger çi bû? Divê şert û mercên objektîf hebin. Hate gotin ku divê di astekê de hin derfet û firsend hebin ku ji bo mezinkirina wan jî biaqil, plansazî, xwerû û bilez be û bi ser bikeve. Li Îmraliyê tu tişt tune ye. Bi gotineke din, şert û mercên objektîf an şert û mercên berbiçav tune ne. Ji xeynî mejî û dilê we tiştek di destê we de tune ye. Ji bilî berxwedana bi hêza mejî û dil tiştekî din ji aliyê mirovî ve ne pêkan e. Ji ber vê yekê berxwedana Îmraliyê pir fêrker e. Em hişyar bin, Rêber Apo bi berxwedana xwe ya Îmraliyê ya 25 salan îspat kir ku di her şert û mercî de, di her hawîrdorê de ji bo azadiyê têdikoşe û bi ser dikeve. Û di hawîrdora herî dijwar de. Berxwedana Îmraliyê ya 25 salan û berxwedana Rêber Apo îspat kir ku eger hêza têgihîştin û watekirinê rast were pêşxistin, pêşketina herî mezin a şoreşgerî û şoreşên mezin dikarin bên kirin. Ji ber ku guhertina paradîgmayê kir. Di rewşeke wiha de Rêber Apo xwe ji lîderekî neteweyî veguherand Rêberekî cîhanî. Wî xweji Rêberê Gelê Kurd veguherand Rêberê Gelan, Rêberê bindestan û Rêberê jinan. Zihniyeteke ku rêya rizgariyê ji hemû bindestan re nîşan dide afirand, bername û şêwaza xwe derxist holê. Di vê astê de şoreşeke zihnî, şoreşeke rewşenbîrî kir. Paradîgmayeke nû, têgihiştineke nû, çareseriyeke nû ji hemû pirsgirêkan re derketiye holê. Niha dema her kes van dibîne, dibêje “pêdiviya me bi vê heye”. Lewma dixwazin fikrên Rêber Apo hîn zêdetir bibihîzin û hîn bibin. Dixwazin ji wan ramanan bêtir sûd werbigirin. Ji ber ku ew raman ji bo berjewendiya wan e. Ji pirsgirêkên xwe re çareyan peyda dikin. Berxwedana Îmraliyê berxwedaneke wisa ye.

ME XWE DI XETA BERXWEDANA ÎMRALIYÊ DE DA BER LÊPIRSÎNÊ

Salvegera 25 salan jî girîng bû. Me bi tevahî li ser xeta berxwedanê ya bi vî rengî li xwe pirsî û nirxand. Bi têgihiştinek, şêwaz û xeteke wiha me hewl da ku em avahiyên zihniyet, hestên xwe, feraset û şêwazê xwe yên berevajî û hevnagirin rast bikin, biguherînin û li ser xeta berxwedana Îmraliyê xwe nû bikin. Ji ber ku salvegera 25’emîn vê ji me dixwest. Jixwe ji bo van nirxandinan çaryek sedsal bes e. Her wiha ketin salvegera 100’emîn a êrîşên qirkirinê ya ku li hemberî civaka Kurd de hatiye destpêkirin. Di vê sala niha de, di 100 saliya êrîşa qirkirinê de, Kurd wê li dijî wê têbikoşin. Wê  li ser vê bingehê li dijî sala 26’an a Îmraliyê, êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê ya sala 26’an a êrîşên komplogeran û sed saliya êrîşên qirkirinê têbikoşin.

Ger êrîşa herî hovane ya di dîroka 25 salan de nekarî Rêber Apo, PKK û berxwedana azadiya Kurd tune bike û pêşketinên mezin bi dest xistibe, wê ev berxwedan di pêşerojê de tu carî nikaribe bê tunekirin. PKK ji gelan re û ji mirovatiyê re gelek xizmetê dide. Ger Kurd sedsalekê bi êrîşên qirkirinê nehatibin tunekirin, li ber xwe bidin û hebûna xwe bidomînin, ne tenê bi têkoşîna hebûn û azadiyê wê bi dersên ku ji vê yekê girtine jî xwe azad bikin. Wê hemû gel bi awayekî azad, demokratîk û xwişk û biratî bijîn. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya Kurd û berxwedana Rêber Apo niha ji aliyê hemû bindestan û di serî de jinan ve bi baldarî tê nirxandin. Li ser vê bingehê tê nîqaşkirin û gav bi gav belav dibe, vediguhere berxwedaneke cîhanî. Divê em vê zêdetir belav bikin û di rêya serketinê de bimeşin.

MEŞA KOLNÊ LÛTKEYEK BÛ

Bi rastî jî pêngava bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat îlankirin. 25’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê bi çalakiyan hate şermezarkirin, gihîşt lûtkeyê. Ev di her warî de wiha ye. Em bala xwe bidinê. Cihê ku komployê li nehat şermezarkirin tune bû. Li Kurdistanê û li her derê cîhanê hate şermezarkirin. Em hemû beşdarî van çalakiyên şermezarkirinê bûn. Rastiya berxwedana Îmraliyê ku li dijî komployê li ser xeta serketinê meşiya, me giyan, hest, fikir û tevgerên xwe ji nû ve sererast kir. Ji ber vê yekê em pêngaveke azadiyê jiyan. Me xwe li ser xeta Îmraliyê ku li hemberî êrîşeke hovane ya weke komployekê bi ser ket, perwerde kir. Ev pêşveçûnek girîng e.

Li aliyê din jî xwepêşandanên mezin hebûn. Mînak ev mehek e ciwan li Ewropayê dimeşin. Ne tenê ciwanên Kurd, ji çar aliyên cîhanê jî ciwanên ku xwe weke civaka enternasyonalîst pênase dikin ev mehek e dimeşin. Ew çûn Konseya Ewropayê. Di dawiyê de hatin Kolnê. Ew meşa mezin bû.

Li aliyê din komên ji Qers û Wanê yên Bakurê Kurdistanê derketin rê 15 roj meşiyan. Di 15’ê Sibatê de li Xelfetiyê bi dawî bû. Şaxên meşê bûn yek, li dehan bajar û bajarokan derbas bûn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd xebat meşandin. Ev bi rastî bûyerek mezin e. Li aliyê din Rojavayê Kurdistanê jli ser piyan e. Bi sed hezaran, bi milyonan dimeşin. Di 25’emîn salvegera komployê de ji heft salî heta 70 salî hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çalakiyan bûn. Her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî herî xurt tevlî bû.

Zindan li ber xwe didin. Grevên birçîbûnê yên li zindanan ber bi dawiya meha xwe ya sêyemîn ve diçin û zindanan hişyariya ku divê çalakiyên hîn radîkaltir û xurtir li dar bixin, kirin. Ji bo piştî hilbijartinê paşxistin. Bi awayekî eşkere diyar kirin ku ger guhertin çênebe ew ê çalakiyên radîkal pêk bînin.

Her dawî Kolnê biryar da. Em bêjin meşa Kolnê ya Mezin, em bêjin mîtîng. Navê wê mîtînga milyonek bû. Her kes qebûl dike ku bi sed hezaran beşdar bûne. Li Kolnê nerazîbûnên li dijî Komploya 15’ê Sibatê derketin lûtkeyê. Em van hemûyan bînin ser hev, bi milyonan Komploya 15’ê Sibatê, êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê protesto kirin. Bi milyonan kesan diyar kirin ku hiş û dilê wan bi Rêber Apo re ye. Bi milyonan azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd xwestin. Jixwe ev peyam li Kolnê bi awayekî ku her kes bibîne û jê fêm bike hatin dayîn. Bi awayekî vekirî diyar kirin ku ji niha û pê ve heta ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werê wê çalakiyên xwe bênavber bidomînin. Daxuyaniya rewşek nû, beyana helwestê, ango bi rastî lûtke ye. Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd. Kurdên ku ji ber qirkirinê sirgûnî derveyî welat hatin kirin, hatin gel hev, biryar û vîna xwe ya ji bo jiyana azad nîşan dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya nûnerên xwe û parçekirina pergala Îmraliyê kirin. Bi wan re hejmareke zêde dostên wan jî hebûn. Hevalên ji çar aliyê cîhanê, dostên ji çar aliyê Ewropayê, jin, ciwan, akademîsyen, karker, sendîkavan, rewşenbîr, hunermend û kesên di her astê de xizmeta civakê dikirin li Kolnê bi Kurdan re bûn, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin. Diqêriyan ku bi kêmanî bi qasî Kurdan daxwaza wan ev e û pêwîstiya wan jî bi vê heye. Ew eşkere ye.

Koln rewşek e ku her kes çi dost û çi dijmin dikare jê dersê derxe. Tirkiye ewqas hewl dida. Digot em ê pêşî li rêxistina terorê bigirin, gelek tişt li Elmanyayê kirin. Polîsên Elman jî ji bo rêgirtinê her tişt kirin. Lê encam diyar in.

MEŞA DÎROKÎ YA KOLNÊ HER TIŞT DERXIST HOLÊ

Heqîqet di holê de û nikare bê veşartin. Lewma divê rastî bê dîtin. Her wiha gelek bang hatin kirin. Gotin divê xeletî bên sererastkirin. Li Ewropayê kesên ku digotin min xeletî kiriye û divê lêborînê bixwaze û xwe rast bike. Sûcek kir, sûcê mirovahiyê kir. 25 sal in sîstema Îmraliyê zindî dihêle, sûcê xwe didomîne. Konseya Ewropayê, pergala Îmraliyê bi rê ve dibe. Her kes vê yekê dizane. Wan digot, hûn ê ji vê rewşa sûcdar xilas bibin. Kesên ku mejî û dilê civakê ne, pergala xwe ya dewletê hişyar kirin û gotin ku ev deqa reş a li ser eniya me ye êdî nikare were domandin. Bi rastî ji bo yên têgihîştî peyameke mezin hatiye dayîn.

Meşa Kolnê nîşan da ku çi bê kirin, çiqas êrîş hebin jî civaka Kurd nayê tunekirin. Êdî Kurd bê azadî nayê hiştin, qirkirin pêk nayê. Ev eşkere bûye. Lewma her kes wê hebûn û jiyana azad a gelê Kurd qebûl bike. Ev îrade bi qîrîna bi sed hezaran kesî li Kolnê bi zelalî hat nîşandan û gotin, "Em vê ji Rêber Apo fêr bûn, em dixwazin bi Rêber Apo re bijîn." Wê di vê yekê de têbikoşin û teqez wê bi ser bikevin.

WÊ JI NIHA Û PÊVE ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ DERKEVIN PÊŞ

Nirxandin û ravekirinên wiha hene. Mîtînga Kolnê weke lûtkeya qonaxa yekemîn û destpêka qonaxa duyemîn tê îfadekirin. Di heman demê de li Brukselê jî konferansek hat lidarxistin. Deklerasyona encamnameya konferansê hat weşandin, daxwaz tên kirin. Di rastiyê de, hinek ji wan daxwazan di qonaxa duyemîn de çi bikin bû.

Dema ku em dikevin sala 26’an a Komploya 15’ê Sibatê, pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêngava azadiya gerdûnî wê bi şêwazên nû yên çalakiyê di asteke bilindtir de bê meşandin. Ev ê çawa bibe? Hin nêrîn hene. Daxuyaniyên kesên vî karî dimeşînin hene. Lê ger mîtînga Kolnê destpêka vê be, me ev dît. Ew ê bêtir civakî be. Heya niha, civakên biçûk helwest girtine. Li her derê gel daxuyanî dan. Konferans û nîqaşên curbecur hebûn. Helbet bi çalakiyên curbecur ên girseyî hat piştgirîkirin, lê tu çalakî wekî mîtînga Kolnê pêk nehat. Wê demê diyar dibe ku ev mîtînga Kolnê ne tenê ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya 15'ê Sibatê ye, di heman demê de destpêkeke nû ya pêngava azadiyê ya cîhanê ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef. Wê ji niha û pê ve çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Çalakiyên girseyî wê derkevin pêş. Ev ê li şûna komên piçûk ên teng, di forma çalakiyên mezin de bin. Em dikarin bi vî awayî fêm bikin.

WÊ TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ PÊŞ BIKEVE

Ji bilî vê, bêguman wê têkoşîna hiqûqî pêş bikeve. Ev bi rastî girîng e. Em têkoşîna hiqûqî paşguh nekin. Dibe ku hûn nêzîkatiya îdeolojîk a Rêber Apo hîs nekin, nêzîkatiya derûnî jê re nebînin, nêzîkatiya siyasî jê re nebînin. Bi rastî jî ne hewce ye ku hûn demokrat bin. Ger tu ji hiqûqê bawerî, divê li dijî Îmraliyê, li dijî pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê derkevî. Li Îmraliyê tiştekî bi navê hiqûq nîne. Têkiliya Îmraliyê bi tu prensîbên ku di dîroka mirovahiyê de weke hiqûq derketiye, nîne. Li derveyî wê ye. Ji ber vê yekê wê qala hiqûqê bikin, qala hiqûqa demokratîk bikin, qala edaletê bikin û wê bêjin bingeha her tiştî hiqûq e, lê bêhiqûqiyê jî bikin. Wiha nabe. Eşkerekirina wê hêsan e. Têkoşîna hiqûqî xwedî potansiyelek pir berfireh e. Dikare muxalefeta bi bandortir bîne. Di vî warî de nîqaş, xebat û têkoşîna hiqûqî ya ku tecrîda li Îmraliyê ji aliyê hiqûqî ve dinirxîne û analîz dike gelekî girîng e. Ez texmîn dikim ku ew ê baştir bibe.

Pêşxistina propaxandaya çapemenî û medyayê ya bi bandor, bi vî awayî hem kiryaran bigihîne girseyên zêdetir û hem jî bi rêya çapemeniyê pratîkên li Îmraliyê zêdetir eşkere bike, wê hîn zêdetir pêş bikeve. Ev ê bi gihandina dorhêleke medyayê ya bi qasî ku gengaz be dê werin pêşxistin. Nirxandinên wiha hebûn. Yên ku vî karî dimeşînin û yên ku bi vî karî re mijûl dibin dinirxînin.

Ez dikarim vê lê zêde bikim. Ez difikirim, bêguman, awayên nû yên çalakiyê jî dikarin werin pêşve xistin, wekî çalakiyên demdirêj, domdar ên ku bêtir domdar in. Lazim e lêkolîna li ser şekl û rêbazên çalakiyê were kirin. Ji ber ku li pêşiya me demeke girîng heye ku hem vê çalakiya girseyî û hem jî berdewamiya çalakiyan misoger bikin, meha Adarê tê. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newroz Cejna Azadiya Kurd heye. Niha jî Kurd, civaka ku li cîhanê, mirovahiyê, li dijî dewlet û zaliman azadiyê aniye ziman û beriya du hezar û şeşsed sal berê li dijî qirkirinê têkoşîna azadiyê ya herî watedar a dîrokî meşandine û azadiya xwe bi dest xistine, civakeke ku cejna azadiyê diyarî kirine, li hemberî qirkirinê têkoşîna azadiyê ya dîrokî dimeşînin. Dîsa hatine vê rewşê. Lewma rewşeke ku tam li gorî wateya Newrozê pêk tê. Wê demê Newroz dikare bibe roja herî xurt a çalakiyê. Şahiyeke Newrozê ya ku 10 mîlyon kes beşdar bibe, ji protestoyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê pir zêdetir be, dikare li seranserê cîhanê pêş bikeve û bê pêşxistin. 4’ê Nîsanê heye, 1’ê Gulanê heye. Ji bo têkoşînê rojên girîng hene. Ev dê bên nirxandin. Di vê çerçoveyê de wê, di dema pêş de wê pêşketin çêbibin. Mirov dikare vê bi hêsanî bibîne.

Ev pêngava serketinê wê encam bigire. Bi gotineke din, divê şêweyên çalakiyê di asteke berhemdar de bin, tecrîda Îmraliyê bişkîne, ber bi azadiya fîzîkî ve gavan biavêje û encam bide. Di wî warî de wê pêşketin hebin.

Hefteya borî heval Hêlîn (Umit) jî digot; Tevlîbûna van çalakiyan azadkirina we ye. Hemû çalakgeran rewşeke wiha jiyîn. Ji bo azadiya xwe têkoşîn meşandin. Di ruh, hest, raman û tevgerê de azadiya xwe pêş xistin. Îradeya xwe xurt kirin. Bêguman ew ê ji niha û pê ve vê yekê zêdetir bikin. Ez li ser navê rêveberiya PKK’ê van hemû çalakiyan silav dikim. Ez hemû kesên ku di sala 26’an a têkoşîna li dijî komployê de cih girtine pîroz dikim û serketinên mezin ji wan re dixwazim.

MIROVAHÎ CARA EWIL LI FÎLMÊ ŞERÊ RAST TEMAŞE KIR

Gerîla di vî warî de pêşengiyê dike, helbet pêşeng e. Em her tim dibêjin, pêşengiya partiyê pêşengiya gerîla ye. Gerîla pêşeng e. Beriya ku di 10'ê Cotmehê de pêngaveke bi vî rengî were ragihandin, gerîla beriya niha li Enqereyê bi îmhakirina navenda qirkirina faşîstan tevgera xwe eşkere kiribû. Çalakiya fedaî ya hevrê Rojhat û Erdal bi vî rengî bû. Bi rastî jî pêvajo wisa dest pê kir. Pêvajoya gerîla li ser vî esasî dest pê kir û me encamên wê jî dîtin. Her meh bi operasyonên şoreşgerî yên berfireh, di dawiya meha Mijdarê û dawiya Kanûnê de çi zivistan, çi berf û çi serma be, derbên giran, şikestinê û paqijkirinê li keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê xistin. Gerîla di nîvê meha Çileyê de pêvajoya nû da destpêkirin. Çalakiya Girê Amediyê... Her tişt diyar e. Em dikarin zêdetir çi bêjin? Dost û dijmin her kesî dît ku gerîla çi ye û çawa şer dike. Her kesî rewşa desthilatdariya li dijî wan dît. Her tişt di wan dîmenan de ye. Û ev cara yekem e. Me her tim li fîlmên şer temaşe kiriye, lê ev cara yekem e ku mirovahî li fîlmeke şer a rastî temaşe dike. Ev jî li ser esasê çalakiya gerîlayên Zapê ye. Divê em vê baş bibînin û fêm bikin. Gerîla hatiye vê astê. Di vê astê de di nava şert û mercên giran de şer dike û di heman demê de encamên bi belge pêşkêşî civak û mirovahiyê dike. Dibêje ez vê dikim. Ji we re bigirin, binirxînin, bipîvin, bidirûn. Heger tu jê hez dikî biecibîne, heger tu jê hez neke rexne bike. Lê hûn alîgirê min bin yan jî li dijî min bin, vê yekê rast bikin. Binêre û bi zanebûn bike. Divê ne xelet be, ne tesadufî be, ne pesindayîna xelet be. Ger hûn dijminê gerîla bin jî, xwe nexapînin. Ji ber ku gerîla dişewitîne. Heke hûn xeletiyek bikin, hûn ê bişewitin. Keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê xeletî kirin û dişewitin. Her tişt li ber çavan e. Jîngeha li wir bi rastî di her warî de perwerde ye. Her kes tiştên ku divê li ber çavan bigire û jê fêr bibe heye.

Divê her kes gerîlayên Kurd baş nas bike, yên ku dixwazin bibin dost jî bila wan nas bikin û bibin heval. Yên ku dixwazin dijminatiyê bikin bila bi zanebûn bikin. Ji ber ku rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwaze her kesî bike dijminê gerîla. Gelek tawîzan dide, digere û dibîne. Dixwaze her kesîderxe pêşberî wane. Divê her kes bizane li dijî çi dixwaze û xeletiyan neke. Di dawiyê de şaş nebin, bila kes bi rêveberiya Tayyîp Erdogan neyê xapandin. Em dixwazin. Nexwe ew ê xwe bişewitînin. Me berê jî gotibû. Ji ber vê yekê bi vî awayî nabe. Dibe ku şer hebe, lê bi vî rengî nabe. Yên vî karî bikin dê bişewitin. Derbên giran dixwin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya me gelek caran ev yek diyar kiriye û me jî gotiye. Ger israr bikin, dê têkçûnek giran bibînin. Dijîn.

Me cidî negirtin, guh nadin me. Xwe pir mezin dibînin, pir mezin dikin. Bi rastî jî kesên ku MÎT û navenda şerê taybet bi pereyan kirî û perwerde kirine hene. Wan derdixin çapemeniyê. Ger tiştekî wiha qewimî, li çapemeniya Tirk a temaşe bikin. Stratejiyên şer xêz dikin, taktîkan diyar dikin, her kesî manîpule dikin û araste dikin, civakê bêbandor dikin, mîna ku tevahiya şevê heta sibê mizgîniyê didin. Hemû sîxurên MÎT’ê, hêmanên şerê taybet in. Hêmanên fermandariya navenda navendî û fermandariya hêzên taybet in. Hêmanên sivîl ên artêşa Tirk in. Pêwîste ku hûn bi vî rengî zanibin. Ew ne rojnamevan, ne şîrovekar û ne ramanger û ne jî tiştekî wisa ne. Hewl didin araste bikin. Ew di bin bandora wan man. Ewqas bi dengekî bilind diaxivin ku! Fermo, encam eşkere ne. Îcar berf heye, zivistan heye, serma heye... Ji bo her kesî ye. We gerîla dît. Çiqas aram, çiqas lihevhatî, çiqas temam e! Çiqas bi karê xwe bawer e, çiqas bi rêxistinkirî ey, çiqas bi disîplîn e, çiqas zîrek e. Kî dikare li hemberî gerîlayekî wiha bisekine?

Min berê jî got. Tu artêş nikare weke fermandariya HPG û YJA Starê û şervanên wê, gerîlayên wê şer bike. Ne artêşa Emerîkayê, ne artêşa Çînê û ne jî artêşeke NATO’yê. Di wan şert û mercan de nikarin rojekê jî şer bikin. Di nava NATO’yê de artêşa Tirk a herî şerker bû. Eşkere ye ku çi bûye. Bila were dîtin. Di vî warî de pêwîst e ew tiştên xapînok bên bêdengkirin. Ya rastî divê raya giştî ya Tirkiyeyê zêde neşopîne û zêde guhdar neke. Divê rewşenbîr, çepgir û demokratên Tirk wan teşîr bikin. Ji ber ku mejiyê civakê dişon. Karê herî xeternak dikin. Bi rastî divê em vê derfetê nedin wan.

ÊN KU DI ŞER DE ISRAR DIKIN WÊ DAWIYA WAN WIHA BE

HPG’ê li Girê Cûdî daxuyanî da. Ew ê paşê agahiyên wê were parvekirin, lê dibêje "me gir paqij kirin.” Yanî herêma mezin a bi navê Girê Cûdî xwedî çend gir e, yek ji wan jî dijminê şikandî ye. Mîna cihê ku em jê re dibêjin Girê Gelhat li Girê Amediyê. Li wir jî bi heman awayî hatin şikandin. Di dawiyê de tevahiya hebûna artêşa dagirker a li wir hate şewitandin û rûxandin. Yên ku bimînin dê gav bi gav wiha bin, Ev ê bibe dawiya wan. Fermandariya me gotibê “Ew ê yan birevin an jî tune bibin," Ev pêk tê, wê pêk were. Ev ne gotinek hêsan bû. Di vî warî de, di havînê de, di zivistanê de, di biharê de û di payîzê de dibe. Divê êdî kes nebêje ku dê vê carê bibe yan jî  vê carê nebe. Gerîla xwe bêhtir dipirse, şêweyên xwe yên çalakiyê nû dike, pêş dixe û dewlemend dike. Ji niha û pê ve wê zêdetir mezin bibe û belav bibe. Eger ev hêzên dagirker hewl bidin di vî şerî de, di êrîşên xwe de, di dagirkeriya xwe de israr bikin, wê dawiya wan ev be. Ew ê bi berxwedaneke xurt a gerîla re rû bi rû bimînin.

Li ser vê bingehê ez tevahî fermandariya HPG û YJA Starê û hêzên şervan ên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga li dar xistine pîroz dikim û çalakiyê silav dikim. Ji niha û pê ve jî wekî her carê ji gerîlayê me re serketinên mezin dixwazim.

DEWLETA TIRK JI ROJHILATA NAVÎN TÊ DÛRXISTIN

Îro Hakan Fîdan li Elmanyayê bû. Nêçîrvan Barzanî jî li wir bû. Li her derê hevdîtin kirin. Ewqasî hevdû hembêz kirin. Bes nebû, vê carê jî li ber Elmanan li Elmanyayê xuya dibin. Roja ku mîtîng heyî. Wê demê ji bo astengkirina mîtîngê çûbûn, di rastiyê de hemû hêza xwe bi kar anîn. Eger qanûnên xwe daba pêkanîn, Polîsên Elman wê asteng kiriba, ku ji xwe gotina Bijî Serok Apo jî qedexe kirin. Demekî hewl dan hincetan biafirînin. Derket holê ku li pişt wan kî hene. Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan. Em Nêçîrvan Barzanî hinekî nas dikin, lê divê mirov Hakan Fîdan hîn baştir bizane. Çi çêbû, çawa bû dijminê sondxwarî yê li dijî kurd, çawa xwe kir qesabê Kurd? Kî ye, çi ye, li ku derê, çawa hat perwerdekirin; divê mirov fêm bike. Gelek komkujî pêk anîn. Faîlê Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e. Li her devera Ewropayê komkujî rêxistin kiriye. Ji bo ku Kurd nebin xwediyê ti mafê, nav-nasnameya wê ji aliyê ti kesê ve neyê gotin, Tirkiyeyê dixin bazarê, xwe jî.

Çûyîna Erdogan a Misirê jî wisa bû. Hemû qenalên AKP’ê wiha nivîsandin, li ser ricaya mezin a Sîsî, Tayyîp Erdogan çûye Qahîreyê. Çima ev yek nivîsandin? Rewşeke welê ye ku kenê mirov tîne. Ji ber ku rastî qet ne welê ye. Ji civaka Tirkiyeyê, ji her deverê bertek hene. Heta niha te ji bo Sîsî çi digot? Tu çawa çûy ber lingê wî? Dibêje ku “ez neçûm, wî rîca kir min jî xwe negirt ez çûm”. Yanî hin kesên din jî rîca bikin, ev Tayyîp Erdogan wê biçe her ricayê? Bi ricayan dîplomasiyê dike? Helbet ne wisa ye. Divê mirov van serdanan bi baldarî binirxîne. Bi taybetî ev asta serdanên li Rojhilata Navîn hene. Li Rojhilata Navîn dewleta Tirk tê dûrxistin. Rojhilata Navîn a ku ji 1923’yan ve şêwe digire, li gorî damezrîna dewleta Tirk, çêkera wî ya dewlet netewê şêwe girtibû. Niha Rojhilata Navîn a nû şêwe digire. Dewleta Tirk di nava vê de nîne. Sîstema kapîtalîst li Rojhilata Navîn xwe di vê astê de diguhere. Polîtîkayên rêveberiya Tayyîp Erdogan, dijminahiya wî ya li hemberî kurdan, şerê li Kurdistanê Tirkiye anî vê rewşê. Divê her kes vê bibîne. Niha li aliyekî hewl didin telafî bikin.

Di rastiyê de hewl didin xwe li ser piyan bigirin. Li aliyekî di şerê Qerebaxê de me bi provokasyonên di şerê Xezeyê de dît, hewl da sabote bike. Li aliyê din jî bi hêvîkirinê hewl dide xwe ji vê dûrxistinê rizgar bike. Evane hemû dîplomasiya hêvîkirinê ye. Aliyekî wê ev e.

BI ALÎKARÎ Û ERÊKIRINA NATO’YÊ ENCEX DIKARE KIRYARÊN XWE DUBARE BIKE

Li aliyê din jî em dizanin; dijminahiya Kurd e. Êrîşên li dijî PKK’ê ne. Ji bo vê yekê hewl dide derfetan kom bike. Têkildarî vê yekê divê mirov nexape. Me demekê meseleya Swêdê ya ketina NATO’yê şopand, ev yek pir bi bandor bi kar anî û ji DYE û NATO’yê hin tişt girtin. Em vê dibînin, ji bo êrîşeke îmhayê ya dawî alîkarî û erêkirineke nû girtine, ev yek tê dîtin. DYE’yê F-16 dayê, bazarî bi vî rengî ne. Yanî hikûmeta AKP’ê endamtiya Swêdê bêfeyde qebûl nekir. Bi temamî kir bazara şerê qirkirinê ya li dijî Kurdan. Ji wir erêkirineke nû wergirt, alîkariyek nû werdigire û li ser vî bingehî qebûl kir. Niha amadekarî dikin ku bi wê êrîş bikin. Em vê fêm dikin, dibînin. Lê alîkarî û erêkirina NATO’yê derfetê êrîşeke ji yên ku heta niha hatine kirin wêdetir nade dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst. Lê tiştên kirine dikare dubare bike. Ji xwe bi van tiştên kirine jî encam wernegirt. Tiştên ku plan kirine pêk neanî. Şikest, îradeya wî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê ma. Êrîşên dagirkeriyê bi ser nexist. Gelek caran bi gotina ez PKK’ê tune dikim plan kirin, îlan jî hatin dîtin. Bi dehan car vala derket. Derewîn derket, pêk neanî. Niha jî dibîne ku eger heman tiştî bike wê encameke cudatir wernegire.

Di rastiyê de dixwaze hêzên cuda jî tevlî bike û vê êrîşa nû hîn xurttir bike. Em vê jî fêm dikin, dişopînin. Hevdîtina bi Îranê re bi temamî di vê çarçoveyê de bû. Bi israr kirin ku Serokkomarê Îranê biçe Tirkiyeyê. Ji xwe bêyî rawestan gefan li Iraq û YNK’ê dixwe. Di rastiyê de li ser Îranê dixwazin Iraq û YNK’ê jî tevlî planên nû yên êrîşê bikin. Em nizanin ku çiqasî bi Îranê re li hev kirin, çi kirin. Em nafikirin ku Îran wê pir were van tiştan. Îran heta niha di asteke diyar de piştgirî dide. Ji xwe bi hev re dixebitin. Hin êrîşan bi hev re pêk tînin. Îran îstixbaratê dide, Tirkiye êrîş dike. Balafirên Tirk ev qas êrîşî hêzên PJAK’ê jî dikin. Evane di nava hevkariya bi Îranê re tên kirin. Hema wisan ji dervey wê nayê kirin. Ji vê wêdetir tiştekî zêdetir nîne ku Îran bide. Ji ber ku qasî Tirkiyeyê ne di rewşeke giran de ye. Di wê astê de pirsgirêkek wê nîne. Yanî pêdiviya berjewendiyên Îranê bi vê yekê nîne. Lê bi gotina “min bi Îranê re jî hevdîtin kir” hewl dide zextên xwe yên li ser Iraq û YNK’ê zêde bike. Li pişt serdana wî ya Misrê jî ev hebû. Yanî bi hevdîtina Misrê re dixwazin Iraqê, alema Ereb bandor bikin. Li aliyê din qaşo xuya dibe ku bi Misrê re şerê li Xezeyê nîqaş dikin. Hewl didin wê meseleyê li dijî Kurdan bixin mijara bazarê. Hewl dide di vî warî de ji Misrê piştgirî bigire. Yanî dixwaze Iraq û YNK’ê jî tevlî vî şerê ku ew û PDK bi hev re dimeşîne bike. Zehmet e, hinekî zehmetî dikêşin. Dibe zext li ser wan zêde be, lê ti berjewendiya Iraq û YNK’ê di vê yekê de nîne. Têkildarî vê yekê hevdîtinên bi hêzên mîna Misrê re wê tiştekî bide Tirkiyeyê? Em texmîn nakin ku wê zêde tiştekî bide. Yanî tiştên ekonomîk, bazarî dibe bên pêşxistin. Ev demeke pêdiviya wan bi vê yekê hebû. Pêdiviya Misirê jî pê hebû. Em nafikirin ku wê ji wê wêdetir tiştek bibe.

KURD ÇEND TUNE HATIN HESIBANDIN EREB JÎ EW QAS HATIN PERÇEKIRIN

Hewce ye rewşenbîr, civak û dewletên Ereb hesas bin. Misir jî û yên din jî. Nabe ku tu kes têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Filistîn û Kurd di çarçoveya berjewendiyên xwe aborî û siyasî de bi kar bîne. Wê ew derkevin holê û zirarê bibînin. Em vê yekê bi awayekî eşkere tînin ziman. hewce ye hemû dewletên Ereb vê yekê baş bizanibin. Tiştekî wan ku bi Tirkiyeyê re bikin nemaye. Ger vê yekê bikin, li dijî doza gelê Filistîn û Kurd derkevin, têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re danîne jî wan xilas nake. Ji ber ku tişta ku xwe li Rojhilata Navîn nû dike û pêş dixe têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelê Filistînê ye. Ji vir qezenc dikin. Hewce ye vê yekê baş bibînin û fêm bikin. Bi taybetî hewce ye rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Ereb vê rastiyê baş bibînin. Hewce ye civaka Ereb jin û kedkar vê yekê baştir bibînin û zextê li wan bikin. Me ji vê yekê re got têkilî û tifaqa stratejîk a Kurd û Ereban. Ev yek pir giring e. Kurd tu carî li dijî mafên gelê Ereb derneketine. Li ser bingeha têkoşîna xwe wan di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de guhertina herêmî derpêş kirin. Wê pergalê Kurd tune hesibandibe, ereb jî ew qas perçe û lawaz kir. Ew kirin qelstirîn hêza Rojhilata Navîn.

Ji bo ku Ereban ji vê qelsiyê rizgar bikin, Kurdan mezintirîn piştgiriya da bi rêya tekoşîna xwe. Niha li şûna ku vê rastiyê bibînin û bi Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurd re têkiliyên têkiliyên baştir deynin û ji bo ji bo avakirina herêmek nû û Rojhilata Navîn a demokratîk xwe bi dewleta Tirk û dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê re angaje bikin, ji Kurdan bêtir wê bi xwe winda bikin. Çima? Çimkî niha dixwazin cihên ku jê re dibêjin Mîsakî Mîllî bi dest bixin. Dibêje ez ê dagir nekim, ez dê bi dest bixin û bidim we, lê belê ev yek derew e. Ne wisa ye. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin û xwe lê bi cih bikin. Helbet wê piştre fikra Osmantiya Nû were pêşxistin. Dibêjin jixwe tevahiya xaka Ereban ya me bû. Dibêjin, sed salan, heftê salan beriya niha ya me bû, ji me standin, em dê dîsa bistînin. Her kes vê yekê dibîne. Kurd li ber xwe didin, jê re dibin asteng. Ji ber vê yekê talûke ye. Faşîzma AKP û MHP’ê bes ne dijminê Kurdan e, li dijî Ereban jî derdikeve û dijmintiya wan jî dike. Wan berê HAMAS’ê dan vê rêyê. Mezintirîn berpirsiyarê rewşa Xezeyê, Tayyîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê ye. Niha jî hewl didin ku bi AKP’ê re çareseriyê peyda bikin. Tu dê bi çi çareseriyê peyda bikî? Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe gelê Filistînê xist nava dojehê. Divê tu kes li ser xwîna gelê Xezeyê û însanan bazarê neke. Em vê yekê eşkere dikin û li dijî vê yekê derdikevin. Yanî bi vê astê, bi gelê Filistînê re xwişk-biratî û dostaniya me heye. Çimkî me ji wan hevaltî dît. Em dê heta hetayê jî vê dostaniyê bidomînin. Ji ber vê yekê kî dibe bila bibe kî hewl bide li ser xwîna gelê Filistînê bazarên qirêj yên weke aborî û siyasî bike, wê me li hemberî xwe bibînin. Em dê eşkere bikin û li dijî helwesta xwe nîşan bidin û li dijî wan derbikevin. Tirkiye dixwaze li gorî xwe hin tiştan bike, lê belê li gorî me ew bi ser nakevin. Ne Misir, ne Iraq û ne jî Îran wê bi vê yekê qayil bibin. Her kes baş dibîne ku artêşa AKP û MHP’ê li Zapê di çi rewşê de ye. Ma wê kî bikeve li pey artêşeke ku di nîvê zivistanê de derbên ew qas giran xwarine? Ma wê kî berjewendiyên xwe bi wav ve girê bide? Li gorî me ev yek nabe lê belê diyar e ku AKP û MHP ji ber berjewendiyên xwe dixwaze her kesî li ser navê Kurdan û PKK'ê kontrol bike.

Yên ku wê li dijî vê yekê derkevin jî civaka Tirkiyeyê, rewşenbîr, kedkar, karkar, ciwan û jin in. Li wir jî ew hişmendî pêk nayê. Ev hişmendî zêde lawaz û qels dimîne. Têkoşîneke wiha ji bo eşkerekirina vê rewşê, hewce ye pir xurt be. Ew ê kengî bi hişê xwe ve bên? Divê ew êdî vê yekê pêk bînin. Ev 20 sal in vê rêveberiya AKP’ê ya ji destê wan hatiye tê kirine. Ma ew dê hê li hemberî vê rêveberiyê bêdeng bimînin? Her wiha ya ku hewce ye ji van yekan dersê bigire, civaka Tirkiyeyê ye. Rewşenbîr karker û kedkar û sendîka ne. Lê belê lawaz dimîne. Hewce ye em jî bi israr ji bo pêşxistina vê hişmendiyê bixebitin.

LI DIJÎ TALANKERÊN XWEZAYÊ HER CURE TEKOŞÎN PÊKAN E

Digotin: “Em dê wiha 9 karkeran rizgar bikin.” Niha jî derketine û dibêjin ku wan jiyana xwe ji dest dane. Ez wan karkeran rêzdarî bibîr tînim. Lê belê bila ne kedkar, ne karker û ne jî şehîdên bi vî rengî hebin. Yanî hewce ye ne wisa bin. Em çawa bibêjin? Hewce ye em xwe li ser jiyana xwe berpirsiyar bibînin. Eger em jiyana xwe ew qas zêde bi hinekan ve girê bidin, ew ê ew qasî me bixin rewşeke nebaş. Yanî wê me biçewisînin. Hewce ye em xwe nexin wê rewşê. Ev yek kuştineke berbiçav e. Hinek zêran qezenc dikin, zêran derdixin û hinek jî jiyana xwe ji dest didin. Niha jî dibêjin Çemê Firatê jehrî dibe. Wê hemû Mezopotamya bimire lê belê kes dengê xwe dernaxîne. Pir ecêb e. Yanî ma dibe ku ev yek wiha be? Ma dibe pergaleke ku ev qas zêde talanê dike, hebe? Tu civak nikare li hemberî vê yekê hebûna xwe bidomîne. Bi rastî jî nayê fêmkirin ku civaka Tirk vê yekê çawa qebûl dike. Ma pêkan e ku tişteke wiha were qebûlkirin? Lê belê bi şerê taybet, derew, zext û zorê civak bêbandor kirine. Sermayedarên mezin ên bi vî rengî diafirînin. Çima vê yekê dikin? Ew qas talan û polîtîkayên qirêj ji bo qirkirina Kurdan e. Dibêjin: "Em pîşesaziya şerî pêş dixin, em pîşesaziya xwe ya parastinê xurt dikin, em vê û vê digirin û li Kurdan dixin." Niha ev yek di qirkirina Kurdan de tên bikaranîn. Komkujiya Kurdan û dijminatiya li dijî Kurdan Tirkiye xist vê rewşê. Hemû derfetên bazar dike. Çû NATO’yê teslîm bû. Ji bo pereyan parsekiyê dike. Li Îranê jî parsekî kir, ku piştevaniya wan bike. Çûye Misrê û li wir jî gelek tişt kirin. Ji rêveberiya Misirê re jî parsekiyê dike ku piştevaniyê ji wan bistîne. Ne rûmeta wan maye û ne jî karîgêriya wan. Krîz, krîza aborî, krîza siyasî gihaye bilindtirîn astê. Li aliyê din jî a niha talankirina ekolojîk gihaye bilindtirîn astê. Ev pêvajo di pêvajoya Artvînê de bi HES'an destpê kir li Behra Reş. Hewce ye em destên wan jinan maçî bikin. Wê demê çawa li hember derketin? Lê belê ew hemû çewisandin. Ew bêdeng kirin. Tu kes xwedî li wan derneket. Çalakiyeke ku digotin: "Em li dijî van HES'an derdikevin." Daristan şewitandin û talan kirin.

Ji bo ku pereyan qezenc bikin û sermayedarên mezin biafirînin, daristanan talan û tune dikin. Hemû Kurdistan şewitandin û talan kirin. Çi li wê Botan Bestlera xweşik hat? Tarûmar kirin. Yanî em li dijî vê yekê derneketin. Bi rastî jî her kesê ku vê yekê dike, hewce ye were tunekirin. Ji ber ku ew talankerên xwezayê ne. Li hemberî wan qatilan her cure têkoşîn pêkan e. Kî vê yekê dike bila bike, ew kujer e. hewce ye li dijî vê yekê bê sekinîn. Bo nimûne ev rejîm bes ne qirker, kujerê Kurdan, dijminê Ereban, mêtinger e, ew; Her wiha dijminê xwezayê ye jî. Ev rejîm dijminê nirxên me ye.

Jixwe kapîtalîzm pergala qezenc û talanê ye. Ji bo ku bêtir qezenc bike, dikare her tiştî bike. Her wiha ji bo qirkirina Kurdan pêwîstî bi çekan heye û ji bo çekan jî pêwîstî bi pereyan heye. Ji ber vê yekê jî Tirkîyeyê tiştekî ku talan nekiribe û nefirotibe nemaye. Daristanên xwe ew qas birîn. Çiyayên Kazê, cihên din, ew qas daristan û erdnîgarî tune kirin. Gelek cih firotin, vaye Behra Reş bi awayekî firotin. Li hin cihên Stenbolê bi awayekî difiroşin. Hin kes dibêjin firotiye Îsraîlê û hin kes jî dibêjin firotiye Qeterê. Cihekî Tirkiyeyê yê ku nehatiye firotin nemaye. Nirxekî wê yê ku nehatiye firotin nemaye. Tim bi rêya van firotinan pereyan qezenc dikin û zikê xwe mezin dikin. Bi ser de ji bo ku li Kurdan bixe jî çekan qezenc dikin. Van komên faşîst xwedî dikin. Ji bo komkujî û qirkirina Kurdan êrîşê dikin.

BÊYÎ ŞOREŞA EKOLOJÎK, CIVAK JÎ AZAD NABE

Dijmintiya li dijî Kurdan, jinan û civak di heman demê bi dijmintiya xwezayê re bi awayekî parelel pêş dikeve. Dema ku tu dibî, dijminê yekî, êdî tu dijminê hemûyan î. Ev rewşek pir girîng e. Bi rastî jî em di vê mijarê de qels man. Hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê zêdetir eşkerekirin û birêxistinbûn pêwîst bû. Bi taybet jî li dijî talankirina xwezayê têkoşîneke mezintir pêwîst bû. Hewce ye em gelekî girîngiyê bidin têkoşîna ekolojîk. Ev karekî talûke ye. Dema ku mirov pereyên xwe winda dike, dikare piştî du salan disa qezenc bike, lê belê nikare ji nû ve xwezayê ava bike. Gava ku xweza hate talankirin û ew winda dibe nema mirov bi dest bixe. Mezintirîn windakirin ev e. Di vê mijarê de hişmendî pir girîng e, birêxistinbûn pir girîng e, têkoşîn pir girîng e. Rêber Apo paradîgmaya xwe ya civakparêz a demokratîk li ser du hêmanan ava kir. Yek azadiya jinan e, ya din jî dostaniya xwezayê ye, ekolojiya civakî ye. Azadiya jinan û ekolojiyê ev qas nêzîkî hev dibîne. Her wiha bêyî şoreşa ekolojîk û pergaleke ekolojîk ya ku jin lê azad e jî, civakê azad nake. Hewce ye em di vê çarçoveyê de nêzik bibin û hişmendiya ekolojîk, birêxistinbûn û çalakiyan jî di vê çarçoveyê de pêş bixin.