Jinên ciwan li DMME’yê çalakiyek kirin

Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) çalakiyeke bêîtîatiya sivîl kirin.

Bi pêşengtiya jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst li bajarê Strasboûrg a Fransayê çalakiyek hate kirin.

Çalakî di çarçoveya kampanya ‘Em dibêjin NA’ de hete kirin.

Komek jinên ciwan derketin ser banê avahiya DMME’yê pankarta bi nivîsa ‘Ji Tecrîdê Re Dibêjin NA’ daliqandin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Komeke din jî, li pêşiya ketina avahiyê bi erebane û diholan çalakiyek kirin.

Jinên ciwan ên saet 13:40’î dest bi çalakiyê kirin, diyar kirin ku dixwazin bi rayedarên DMME’yê re bicivin û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd dosyayekê pêşkêş bikin.