Jinên Başûrî yên li Ewropayê: Ji bo Kobanê rabin ser piyan

Jinên Başûrê Kurdistanê yên Ewropayê diyar kirin ku parastina destkeftiyên demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê erka her kesî ye û gotin, “Çawa ku me bi ruhê berxwedana Kobanê tevahî kolanên cîhanê geş kirin, divê em bi heman ruh û hestê ji bo Kobanê rabin

Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girtina Deriyê Sêmalka daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hilweşandina rejîma dîktatorî ya Beşar Esed re di nava civaka Sûriyeyê de guhertin çêbûye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di demên ku rejîma leşkerî û desthilatdariya Beşar Esed têk çû, me dît ku terorîstên dewleta Tirk êrîşên xwe li ser hêzên QSD'ê û bi hezaran kesên sivîl û koçberên li kampên Şehbayê zêde kirin. Wekî ku hûn dizanin, êrîşên li ser Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê didomin. Hêzên YPG û QSD'ê li hemberî van êrîşan berxwedaneke bêhempa raber dikin.”

PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA ERKA HER KESÎ YE

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Şoreşa Jinê ya Rojava xeta me ya sor e. Parastina destkeftiyên demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê erka her kesî ye. Wekî ku me ji bo Kobanê serî hilda û bi ruhê berxwedana Kobanê kolanên Ewropa, Emerîka, Kanada û tevahiya cîhanê geş kirin, niha jî divê em bi heman ruh û hestê ji bo Kobanê rabin ser piyan. Ev modela demokrasiyê bi şoreş, ruhê jina azad û destkeftiyên azadiya jinê û neteweya demokratîk ava bûye. Niha dewleta dagirker a Tirk û terorîstên wî ji bo destkeftiya Rojava tine bikin êrîşên qirkirinê pêk tînin.”

DIVÊ DEMILDEST DERIYÊ SÊMALKA BÊ VEKIRIN

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em wek jinên başûrê Kurdistanê li derveyî welat bang li raya dikin ku li hemberî êrîşên terorî û qirkirinê yên dewleta Tirk ku li ser gelê me dimeşîne helwestê nîşan bidin. Hewldanên ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve berdewam in. Di dawiyê de em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinên Başûrî dikin ku dengê xwe bilind bikin. Em daxwaz dikin ku Deriyê Sêmalka demildest were vekirin da ku alîkariyên madî bigihêjin xwişk û birayên me yên li Kurdistanê.”