BI DÎMEN

Jinan li Stavrapolê tecrîd şermezar kirin

Jinên Kurd ên li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê jinan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Jinê ya herêmê Kûbar Migoyêva ve hate dayin. Di destpêka daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin ku beriya 25 salan hate kirin û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku çend sal in ne malbat ne jî parêzer nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û hate gotin, "Em naxwazin êdî Serokê me di nava çar dîwaran de be. Em weke jinên Kurd daxwaza azadiya Serok Apo dikin. Em berxwedana li zindanan pîroz dikin."

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.