Jinan li dijî qedexeya li ser PKK‘ê stand vekir

Li Dûîsbûrgê ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin standa îmzeyan hate vekirin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel de ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin li ber Foruma Dûîsbûrgê stand hat vekirin.

Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.

Di çalakiya standê de daxuyanî hate xwendin û di daxuyaniyê de bal kişandin li ser armanca kampanyaya îmzeyan. Her wiha di daxuyaniyê de banga hestiyariyê li raya giştî ya Elmanyayê hate kirin.

Hate diyarkirin ku stand û çalakiyên curbecur wê di çarçoveya kampanyayê de berdewam bikin.