Jinan ji bo darezandina dîktator çalakî kirin
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hevparên însiyatîfa Jinan a Meryem Stûttgart hatin ba hev û çalakî kirin.
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hevparên însiyatîfa Jinan a Meryem Stûttgart hatin ba hev û çalakî kirin.
Jinên ku li Konigstraße ya Stûttgartê hatîn gel hev, wêneyên bi dehan jinên hatîn qetilkirin hildan.
Di axaftina di çalakiyê de hate gotin: “Jin li çar aliyên cîhanê ji aliyê hikumetên totalîter ve bi pirsgirêkên tundî, tecawûz û cinayeta jinê ve dikevin rojevê.”
Di daxuyaniya ji aliyê rêxistinên jinan ve wiha hate gotin:
“Mafên jinan ên ku hertim ji aliyê dewlet û dîktatoran ve ji nedîtî ve lêtê nêrîn, ji aliyê desthilatan ve hertim weke hêza mûxalîf tê dîtin û pêkanînên tundiyê ji wir destpê dike.
Em weke jin xwe ya li dijî polîtîkaya dîktatotiyê ya li ser jinan em ê berxwedaniya mezin bikin. Di nava deh salên dawî de li Rojhilata Navîn, bi taybet li Suriyeyê, Şengal û Rojava bi hezaran jin hatine qetilkirin.
Ji ber DAÎŞ’ê jin hatin revandin, bi zorê firotin, kolekirin, tecawûz û êşkenceyên cuda pêkhatin û dewlet li beramberî van hemûyan bêdeng man.
Bi taybet di erdnîgariya Kurdistanê de, bi pêşengiya rejîma Erdogan bê hêjmar encamên qetlîamên jinan bi çav tê dîtin, sûcên şer heyî ev bêdengî famkirin ne gengaze.”
Însiyatîfa Jinan a Meryem banga tevlîbûna çalakiya ku roja Çarşemê li Schlosplatzê bê lidarxistin kir.