Jin bi Leylayê re ne

Jin bi xurtî tevlî greva birçîbûnê ya li Frankfûrtê dibin. Jinan diyar kirin ku ji bo bibin dengê Leyla Guven û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ew tevlî çalakiyê bûne. Jinan gotin, divê gel guh bide vî dengî.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê di hefteya xwe ya pêşî de ye. Çalakî li Haûptwache Rossmarktê pêk tê û gelek jin tevlî bûne. Li gel hewaya sar jî jinên ku bi biryardarî çalakiya xwe didomînin, gotin, "Em ê ji dengê Leyla re bibin deng, ji hêviya wê re bibin hêvî."

Songul Çelîk ku beriya niha ji ber 'operasyonên KCK'ê bi hevserê xwe re hate girtin û ji ber cezayê ku standin neçar mane sirgûn bibin, got, dema li girtîgehê jî ew tevlî greva birçîbûnê bûye. Çelîk bi dewamî got, "Wê demê jî Ocalan bi rengekî giran hatibû tecrîdkirin. Ji bo tecrîd rabe me jî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Niha jî heman tecrîd bi girankirî didome. Ji bo şikandina tecrîdê em ketine grevê."

Çalakger Yasemîn Kayrak a Rihayî jî got, "Ez bang li hemû gelan dikim ku bi berpirsyarî tevbigerin û ji dengê girtiyên me re bibin deng."

JI BO DESTEKÊ HATIM

Çalakgereke din aktivîsta Îranî Marîa got, "Ez li dijî girtîbûna polîtîk a Abdullah Ocalan im, lewma îro destekê didime greva birçîbûnê ya dostên xwe yê Kurd. Nêzî 3 sal in ji Ocalan agahî nayê girtin. Rewşa tenduristiya wî çawa ye kes pê nizane. Ne tenê ji bo Ocalan ji bo hemû girtiyên ku bi bêhiqûqî hatine girtin min xwest destekê bidim greva birçîbûnê."

Greva birçîbûnê ya Frankfûrtê 15'ê Kanûnê bi meşeke girseyî wê bi dawî bibe.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka