Ji hikûmeta Elman bersiva ji bo keça Yuksel Koç

Hikûmeta Federal a Elman bersiveke skandal da nameya keça Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Dîlan Koç û got, ''Tiştekî ku em bikin tine, ji bavê xwe re bibêjin bila çalakiyê berde''.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd a li Strasboûrgê ya ji bo rabûna tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kete roja 73'yan. Dîlan Koç, keça Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku yek ji çalakgeran e û rewşa tendiristiya wî nebaş e, nameyek  ji Hikûmeta Federal a Elman re nivîsîbû û xwestibû ku ji bo bavê wî tiştinan bikin.

Dîlan Koç a 19 salî di nameyê xwe de, ku ji Rêveberiya Çapemenî û Enformasyonê ya Hikûmeta Federal, a bi Serokwezîrtiya Angela Merkel re nivîsî, bal kişandibû ser fikarên xwe yên ji bo tendiristiya bavê xwe û gotibû, ''Ez naxwazim tiştek bi bavê min were, hêvî dikim ku hûn tiştekî bikin.''

TENÊ GOTIN, 'EM FIKARÊN WE FÊHM DIKIN'

Liser navê Rêveberiya Çapamenî û Enformasyonê ya HikûmetaFederal Inga Seelîger e-posta ji Dîlan Koçe re şand û got, ''Em fikarên wê yên ji bo rewşa bavê we fêhm dikin. Lê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de bavê we bi dildarî kete greva birçîbûnê. Em vê pêşniyarê li we dikin ku hûn bavê xwe qanih bikin da ku rêyeke dî ya protestoya siyasî hilbijêre.''

Seelîger bi domdarî got yasayên wan ên xwepêşandan û azadiya ramanê, rêyên aştîxwaz- ku li ser jiyana mirov talokeyê çênakin- nîşan didin û bi domdarî got, ''Ji bo ku me nekarî rêyeke dî nîşan bidin, em xemgîn in''. Li ser bersiva hikûmetê Dîlan  Koç nameyeke dî ji Seelger re nivîsî.

Koç got,  baş pê dizane ku bavê wê çima di greva birçîbûnê de ye û çima ev rêbaz hilbijartiye û domand, ''Hikûmeta Federal heta niha xwe kerr û kor û lal kir, li bara daxwazan tiştek nekir, ez baş dizanim ku tenê rêya greva birçîbûnê ma''. Dîlan Koç li ser rewşa nebaş a bavê xwe agahî da û got, ''Heke hikûmeta we guhê xwe li daxwazên me bigire, mixabin Kurdên ku mîna Ugur Şakar ê ku li Krefeldê bedena xwe dayî ber êgir, wê zêde bibin.''

HIŞYARIYA 'LI GEL ZAROKÊN DIN, ÇALAKIYA LI BER MECLÎSÊ'

Koç di nameyê de bi bîr xist, ne tenê bavê wê di greva birçîbûnê de ye, li gelek deverên cîhanê, nexasim li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê 360 kes di greva birçîbûnê de ye û ev hişyarî da: ''Heke hikûmeta federal û çapemeniya Elman li bara van daxwazan xwe wiha nebihîstî bike mirov wê bimirin. Heke hûn tevnegerin, em zarokên çalakgerên greva birçîbûnê li ber Meclîsa Federal em ê rûnin û dest bi greva birçîbûnê bikin.''

Ev demek e li bara çalakiyên greva birçîbûnê ku êdî ketine rewşeke krîtîk, Elmanya xwe kerr û kor û lal dike. Herî dawî hikûmeta Merkel ku bersiv da bû pirsa Partiya Çepgir, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê gotibû, ''Hikûmeta Federal li ser vê mijarê, ji bilî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine ne xwezî agahiyekê ye.''

Herî dawî Wezîrê Elmanyayê yê ji Karê Ewropayê Berpirs Mîchael Roth, 16'ê Çile ya 2019'an, xwestibû ku hikûmeta Tirk li gorî peymanên ku îmze kiriye tecrîda li Imraliyê rake. Lê Elmanya gavekê jî li pey vê gotina xwe nema.