Ji bo Wargeha Mexmûrê bi nûnerê ÛNHCR’ê civiyan
Bi daxwaza bi dawîkirina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê, şandeyeke ku Dr. Beppe Savary jî di nav de bi Nûnerê ÛNHCR’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler re hevdîtin kirin.
Bi daxwaza bi dawîkirina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê, şandeyeke ku Dr. Beppe Savary jî di nav de bi Nûnerê ÛNHCR’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler re hevdîtin kirin.
Bi daxwaza bi dawîkirina hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê ya li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Gulanê ve didome, bi Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a ji bo Penaberan (ÛNCH - United Nations High Commisioner for Refugees) hevdîtin hat kirin.
Şandeya ku ji Endamê Însîyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê û Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Çekên Kimyewî Dr. Beppe Savary, Endamê Têkiliyên Derve yê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ahmet Yaman û Ramazan Baytar pêk dihat, bi Nûnerê ÛNHCR’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler re hevdîtin kirin.
Şande di hevdîtinê de îşaret pê kirin ku artêşên Iraqê dixwazin Wargeha Mexmûrê bi têlan dorpêçbikin û kuleyên leşkerî lê çêbikin. Her wiha şandeyê anî ziman ku hewl didin Mexmûrê ji wargeha penaberan zêdetir bikin wargeha leşkerî. Şandeyê bal kişand ser vê yekê ku berpirsyarê sereke yê hewldana dorpêçkirinê hikûmeta Iraqê ye û ewlehiya xelkê Mexmûrê di bin metirsiyê de ye.
Piştî hevdîtinê li ser navê şandeyê daxuyanî hate dayîn. Ramazan Baytar ku daxuyaniyê da wiha got: “Di hevdîtina xwe ya bi birêz Alexander Tyler de me got ku hikûmeta Iraqê ku ji ewlehiya xelkê Mexmûrê berpirsiyare e, vê berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Rêxistinên weke DAÎŞ’ê jî li herêmê hene. Divê ewlehiya şeniyên Mexmûrê ji aliyê Iraqê ve bê parastin, ku ev herêm zemîna şer a di navbera hêzên hegemonîk ên navneteweyî de ye.”
SAVARY: DIVÊ UNCHR BIÇE HERÊMÊ Û LÊKOLÎNÊ BIKE
Dr. Savary jî wiha got: “ÛNHCR ji bo ewlehiya şeniyên Wargehê dikare di çarçoveya peymanên Cenevreyê de biçe herêmê û lêkolînê bike. Me jî bang li wan kir ku qanûnên xwe pêk bînin û biçin herêmê.”
TYLER: HAYA ME JI PIRSGIRÊKAN HEYE
Nûnerê ÛNHCR’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Alexander Tyler jî diyar kir ku haya wan jî pirsgirêkên heyî heye û daxwazên şandeyê li ber çavangirtine. Tyler dosyaya ku ji aliyê şandeyê ve derbarê ambargoya li ser xelkê Mexmûrê hatibû amedekirin, stand.