Ji bo şoreşa Rojava û 33 cangoriyan çalakî hate lidarxistin

Bi wesîleya şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêk hat û ji bo bîranîna 33 cangoriyên qetlîama Sirûcê li bajarên Basel û Cenevreyê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Rojava ya Baselê li parka nêzî îstasyona trênê ji bo salvegera şoreşa Rojava bi sedan kes li hev civiyan.

Gel li vê derê posterê Arîn Mîrkan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê hilda û dest bi meşê kir. Piştî meşa bi qasî saetekê gelê ji bo bîranîna 33 cangoriyan jî tevlî meşê bûn. Gel meşa xwe li Claramatteparkê bi dawî kir.

Piştî axaftinan bi sloganên ‘Bijî şoreşa Rojava’ û ‘Ji bo Sirûcê edalet, ji bo her kesî edalet’ hate berzkirin.

CENEVRE

Li Cenevreyê jî bi banga Komîteya Hevgirtina Rojava li Place de la Navîatîonê mîtîngek hate lidarxistin. Parlementerê Federal ê Partiya Sosyalîst Carlo Sammûraga got ku “Em bi gelê Kurd re ne, yên ku duh li dijî barbariya DAÎŞ’ê têdikoşiya û îro jî li hemberî faşîzma AKP û Erdogan têdikoşin.”