Ji bo siyasetmedar Ayaz li ber Wezareta Edaletê ya Qibrisê çalakî hat lidarxistin

Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku hefteya çûyî li Larnacayê hat destgîrkirin, li ber Wezareta Edaletê ya Qibrisê çalakî hat lidarxistin. Komîsyona Piştevaniya bi Kurdan re, xwest ku Ayaz demildest bê berdan.

Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan, ji ber rûniştina sibehê ya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku 15’ê Adarê roja Çarşemê li balafirgeha Larnacayê hat destgîrkirin, li ber Wezareta Edaletê ya li Lefkoşayê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Elmanyayê, par biryara girtina Kenan Ayaz da.

Piştî çalakiyê, rayedarên Wezareta Edaletê ji daxwaza ji bo hevdîtinê ya nûnerên Kurd re got erê û wan û nûnerên Kurd hevdîtin bi hev re kir. 

Hêj ku hevdîtin berdewam bû, girseyê, metnek li ser rewşa Ayaz xwend û dirûşmeya “Qibris, nebe şirîkê vî sûcî!“ berz kir.

ELMANYA BÛYE WELATEKÊ WISA KU DAXWAZÊN DEWLETA TIRK BI CIH TÎNE

Şandeyê, piştî hevdîtina bi rayedarên wezaretê re, daxuyaniyek kurt da. Şandeyê, ev tişt dan zanîn: “Me behsa rewşa hevalê xwe ji rayedarên wezaretê re kir. Hevalê me, wê sibehê derbikeve pêşberî dadgehê. Diyar e ku ev biryareke siyasî ye. Elmanya, bûye welatekê wisa ku daxwazên Tirkiyeyê bi cih tîne. Hêviya me ew e ku dewleta Qibrisê biryareke nebaş di der heqê hevalê me de nede. Nexwe, wê dewleta Qibrisê jî bibe şirîka vî sûcî.“

Şandeyê diyar kir ku ji bo li siyasetmedar Kenan Ayaz bibin xwedî ew ê cardin bi qelebalixî werin ba hev û got: “Heta ev pêvajo bi awayekê erênî bi encam bibe, em ê li qadan bin.“

Komîsyona Piştevaniya bi Kurdan re jî, li ser mijarê li Navenda Çandê ya Kurd a Teofîlosê daxuyanî da çapemeniyê û xwest ku Kenan Ayaz demildest bê berdan.

Piştî daxuyaniyê, Parlamenterê Partiya Çepgir Coastantînos Efstatîhîoû, pirsên rojanemvanan bersivandin. Efstatîhîoû destnîşan kir ku biryara girtinê siyasî ye û got bila demildest dawî li vê rewşê bê anîn.

Endamên komîsyonê herî dawî bang li her kesê demokrasîxwaz û azadîxwaz kir ku tev li rûniştina doza siyasetmedar Kenan Ayaz bibe. Rûniştin, sibehê ye.