Ji bo şehîdên Pirsûsê li Hildesheimê mitîng hat lidarxistin

33 ciwanên ku 9 sal berê li Pirsûsê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, li Hildesheimê bi meş û mitîngeke hatin bibîranîn.

33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate pêkanîn de hatin qetilkirin, li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi mitîngekî hatin bibîranîn.

Mitîng bi pêşengiya Young Struggle Hildesheim û Zora Hildesheim hat lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim, Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan û ATÎF piştgirî da mitîngê.

Sazî û rêxistinên Kurdistanî, Tirk û Elman ên li Ottoplatzê li hev civiyan, piştî axaftinên kurt, navê 33 rêwiyên xeyalan xwendin û piştre dest bi meşê kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdên Pirsûsê hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor”, “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Terorîst Erdogan”, “Frau Mörder Erdoğan", "Kinder Morder Erdogan", “Şehîdên şoreşê nemirin”, "Bijî Berxwedana Gerîla" û “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” hatin berzkirin.

Di axaftinên çalakiyê de peyama “Em ê hesaba komkujiyan bipirsin” hate dayîn û Şoreşa Rojava hate silavkirin. Meşa ku heta parka Friedrich-Nämsch berdewam kir, bi mitîngê bi dawî bû.