Ji bo şehîdên Amedê li Aaraûyê sersaxî hat danîn

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê ji bo şehîdên Amedê sersaxî hat danîn.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Nazim Hîkmet Ulgen (Bedran Merdan), Onur Kamîloglû (Ciwan Amed) û Muhammed Gonyelî (Seyît Brûsk) ên di pevçûna 24’ê Cotmeha 2023’yan de li qada Licê ya Amedê şehîd bibûn, li Aaraûyê ya Swîsreyê sersaxî hat dayîn.

Xizmên şehîdan beşdarî merasîma sersaxiyê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a li Aaraûyê hat danîn, bûn.

'EM Ê ALÊ LI ERDÊ NEHÊLIN’

Xizmên şehîdan di axaftina xwe de peyama parastina mîrateya şehîdan dan.

Di bîranînê de li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) Necmettîn Er axivî û wiha got: "Zarokên herî leheng ên vî gelî ji bo vê têkoşînê jiyana xwe ji dest dane. Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Em ê tu carî ala ku ji me re hiştine li erdê nehêlin."

‘DIVÊ BARÊ TÊKOŞÎNÊ LI SER GERÎLA TENÊ NEYÊ HIŞTIN’

Siyasetmedar Serhat Agîrî diyar kir ku dilsoziya bi bîranînên şehîdên Têkoşîna Azadiyê re xwedîderketina têkoşîna wan e û ev tişt anî ziman: “Îro ev têkoşîn ji hêla gerîlayên têkoşîna ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ tê meşandin. Divê em barê têkoşînê li ser gerîlayan tenê nehêlin û nabe ku  em bihêlin. Ji ber yekê kesên ji xwe re dibêjin ez welatparêz im û li ku derê dibin bila bibin cihê xwe di nava vê têkoşînê de divê bigirin.”

Agirî bi bîr xist ku dewleta Tirk her tim îdîa dike ku PKK'ê aniye asta tunebûnê û wiha got: "Ev gotin¨n dewleta Tirk li pêşberî hebûna Kurdan û îradeya parastina Rêbertiya xwe pûç bûye."

'DIVÊ EM PÊNGAVÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ'

Agirî bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û wiha domand: "Rêber Apo 25 sal in di girtîgehê de ye û 32 meh in tu agahî jê nayê girtin. Dibe ku em di vê pêngavê de dereng man. Divê em bi xurtî xwedî lê derkevin. Gerîla çawa li ber xwe dide û şehîd dibe, divê em li her derê vê têkoşînê mezintir bikin."

Piştî bîranînê malbata şehîd Bedran Merdan heta saetên êvarê sersaxî qebûl kir.