Ji bo Rojava û Mexmûrê kampanyaya alîkariyê

Navendên Civaka Demokratîk ên Stûttgart û Bîelefeldê, kampanyaya alîkariyê ya “Xwedî li Rojava û Mexmûr derkeve” da destpêkirin

Li bajarên Bîelefeld û Stûttgart ên Elmanyayê, di bin banê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de kampanyaya “Xwedî li Rojava û Mexmûr derkeve” alîkariyê da destpêkirin. Alîkariyên hatî komkirin wê di 29’ê Mijdarê de bişînin Rojava û Mexmûrê.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart aktîvîstên jin ên Kurd ku di bin banê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hatin gel hev, kampanyaya “Xwedî li Rojava û Mexmûr derkeve” da destpêkirin. TEKO-JIN û aktîvîstên jin ên Elman cih bi cih ji bo piştevaniya kampanyayê alîkarî kom kirin.

BÎELEFELD

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Bîelefeldê jî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava û Mexmûr mezin kirin. Kurdistanî û dostên Elman piştevaniya xwe mezin kirin û xwe gihandin gelek parçeyan.

Alîkariyên li navendên civaka demokratîk a Kurd hatî komkirin, wê di 29’ê Mijdarê de bişînin Rojava û Mexmûrê.