Ji bo Rojava li Cahmberyê çalakiyek hate kirin

 Li Komuna Chambery a dikeve bajarê Savoîe ya Fransayê Kurd û dostên xwe di panela û belgefilma li ser Rojava hatin ba hev.

Bi pêşengtiya Komnuna Jina Kurd a Mezopotamya li Chamberyê ji bo piştevaniya bi berxwedana bi Rojava re û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk bidin, çalakiyek kirin.

Çalakiya bi dehan kes amade bûn rojnamevan û derhêner Mîreîlle Coûrt û parêzera Başûrê Kurdistanê Adelîne Botan axivîn.

Di çalakiyê de du belgefilmên Mîreîlle Coûrt a di navbera salên 1017-2018’an li Rojava kişandibû hate nişandan. Di her du belgefilman de şoreşa Rojava û sîstema rêveberiya konfederal li xwe digirt.

Parêzar Adelîne Botan jî diyar kir ku dewleta Tirk li Rojava sûê şer dike û got: “Şerê cîhanê yê sêyemîn navenda wê li Sûriye û Kurdistanê ye. Fatûreya vê ji gele Kurd tê standin.”

Botan bal kişand dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike û got: “Divê NY’yî beriya gavekê bêje rawest e, nexwe wê bibe hevkarê sûc.”

Rojnamevan Mîreîlle Coûrt çavdêriyên xwe yên li ser Rojava vegot û got: “Kurd ji bo mirovahiyê şer kir, cîhanê Kurd bi tene hişt. Divê êdê dinê ji bo vê bêje rawest e, her wiha saziyên navneteweyî bi erka xwe rabin.”

Çalaki bi pirs û bersivan dom kir û bi dirûşma ‘Rojava ne bi tenê ye’ bi dawî bû.