Ji bo 'Rêwîtiya Azadiyê' ya li Elmanyayê banga tevlîbûnê
Şervan Wan ê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ku wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê bike, banga tevlîbûnê kir.
Şervan Wan ê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ku wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê bike, banga tevlîbûnê kir.
Şervan Wan ê endamê TCŞ'ê ku beşdarî meşa dirêj a 25 rojan a ji Parîsê heya Strasboûrgê bûye, banga tevlîbûna meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya ku wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi şîara ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsa Kurd re çareserî’ destpê bike, kir.
Endamê TCŞ’ê Şervan Wanî got: ‘’Meşa me ya dirêj a ji Parîsê heya Strasbûrgê ya ji bo Rêber Apo destpê dike. Em weke ciwanên TCŞ’ê bang li hemû ciwanên li Ewropayê dikin.’’
Şervan Wanî got: ‘’Meşa me ya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ wê di 9’ê Sibatê de li elmanyayê dest pê bike. Em dixwazin hemû ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê dijîn tevlî vê meşê bibin.’’
Meş wê wê di 9'ê Sibatê de li Elmanyayê dest pê bike û di 16'ê Sibatê de li Strasboûrgê bi dawî bibe.
Navnîşan û dîroka meşê wiha ye:
09.02.2024 – Kombûn – Mannheîm
10.02.2024 - Roja 1. - Mannheîm HBF
11.02.2024 – Roja 2. – Heîdelberg – Hockenheîm
12.02.2024 – Roja 3.– Homburg – Neunkîrchen
13.02.2024 - Roja 4.- Frîedrîchsthal - Saarbrûcken
14.02.2024 - Roja 5. - Saarbrûcken
15.02.2024 – Roja 6. – Strasboûrg
16.02.2024 – Roja 7. – Konferansa Strasboûrgê