Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê konsereke bi heybet hate lidarxistin

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê saziyên Kurdistanî û Îtalyayî ve konserek mezin hate organîzekirin.

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî, Rete Kurdistan, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Navenda Çanda Kurd a Araratê roja Yekşemê konser organîze kirin.

Bi dehan hunermendên navdar ên li Romayê tên naskirin tevlî konsera “Dema Hêvî û Ji Abdullah Ocalan re Azadî” bûn. Her wiha bi hezaran kes tev li konserê bûn.

Axaftina destpêkê ya konserê ji aliyê serokê şaredariya herêma heştemîn a Romayê Amedeo Ciaccheri ve hat kirin.

Amedeo kesên li Ewropayê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî, têkoşîna gelê Kurd silav kir û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Di şevê de lîstikvana navdar Anna Favella derket ser dikê û beşên ji parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Favella bi taybetî beşên li ser têkoşîna jinan xwend.

Bavê şehîdê YPG'ê Lorenza Forserettî jî di axaftina xwe ya li ser dikê de diyar kir ku kurê wî dinyayeke din xeyal kir û ji ber vê jî têkoşiya.

Dema ku performansa zindî ya karîkaturîstê navdar Zero Calcare bal kişand, hunermend Jacomo jî derket ser dikê û karîkatur xêzkirin. Calcare bi karîkaturên xwe organîzasyona konserê ji nû ve zindî kir.

Di konserê de lîstikvanê navdar ê xelata Oscarê wergirtî Elio Germano li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya Kurd nivîs xwend.

Koma muzîka kurdî ya Hani Mojtahedy & the Moon li ser dikê eleqeyek mezin dît.

Koordînatorê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya herêmê.

Di konserê de stranbêja navdar Fiorella Mannoia, koma muzîkê Punkreas û hunermend The Andre derketin ser dikê.

Di dawiyê de organîzatorên konserê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.