Ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn (Ismaîl Nazlikul) 11'ê Heziranê li Darmstadtê were bibîranîn û konê sersaxiyê were danîn.
Bîranîn ji hêla KCDK-E û FCDK-KAWA ve tê organîzekirin.
Têkilî bibîranînê hate gotin, ''Kasim Engîn, ji Elmanyayê ya ku em lê dijîn tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Engîn li hemû deverên Ewropayê xebata gel kiriye. Bi vê çarçoweyê em ê jî ji bo hevrêyê xwe Qasim bîranîn û sersaxiyeke bêhempa li dar bixin. Di serî de malbata hevalê me Qasim Engîn û hemû hevalên wî yên têkoşînê wê li bîranînê hazir bin, em bang li gelê Kurdistanê dikin ku Pêrşemê saet 13.00'an li Darmstad, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hazir bin..
Her wiha em ê roja Şemiyê li bajarê Frankfûrtê gerîlayên azadiyê yên di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne bi bîr bînin û xiyanetê şermezar bikin."