Ji bo piştgiriya greva Gallerê meşek hate lidarxistin

Li paytexta Galler Cardîffê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî meşa li Cardîffê bûn. Di çalakiyê de li ser navê gelek rêxistinan axaftin hate kirin. Di roja 22’an a çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş ku 17’ê Kanûnê dest bi çalakiyê kiribû, meşek hate lidarxistin.

Li ser navê Cardiff stop the War Campaign Adam Johannes axivî û got; “Gelê Kurd ê ku ji bo sîstemeke azadî, ekoloî, demokrasî li Rojhilata Navîn têdikoşe îro li çar aliyên cîhanê daketine kolanan û têdikoşin. Grevên birçîbûnê silav dikim. Azadiya Ocalan wê aşitiyê bîne Rojhilata Navîn.”

Li ser navê Collective Cardiff Bruce Talbot jî got; “Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Divê ev têkoşîn di rojeva pêkhateyên çepgir û rastgir hemûyan de cih bigre.”

Ann Marîe Bateman jî li ser navê Forma Sosyalîst a Cardiff axivî û got; “Îro li vir ne tenê Kurdên li Gallerê dijîn hene, li hemû cihên Brîtanyayê Kurdistanî hatine û em Sosyalîstên Gallerê piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd. Divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk werin û divê berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.”

Bateman got ew heyrana jiyan, îrade û têkoşîna Leyla Guven a HDP’yî ye û got; “Eger tenduristî û ewlehiya Guven bikeve metirsiyê de ne tenê dewleta Trik, Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Theresa May a ku piştgiriyê didie rejîma Erdogan ji vê berpisyar in.”